YPJ’ê 8’ê Adarê pîroz kir: Emê têkoşîna xwe bidomînin
Fermandar û şervanên YPJ’ê yên di pîrozbahiya 8’ê Adarê de axivîn, anîn ziman ku 8’ê Adarê roja têkoşînê ye, gotin ku ji berxwedana Clara Zetkîn bigre heta Sakîne Cansizan ji xwe re mînak girtine û peyama ‘emê têkoşîna xwe bidomînin’ dan.

Heseke - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li bajarê Hesekê bi mebesta 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê merasîmek leşkerî lidar xist.
Merasîm bi merasîma leşkerî destpê kir. Piştre Fermandara YPJ’ê Rohilat Efrîn li vir axivî û got: “8’ê Adarê, roja têkoşîna li hember bê edaletî û feraseta baviksalar e. Clara Zetkîn bi têkoşîna xwe bû sembolek berxwedana li hember bê edaletiya ku nasnameya jinê tune dihesibîne û çanda wê tune dike. Ji berxwedana Clara Zetkîn bigre heta berxqedana Sara (Sakîne Cansiz) jin fêrî têkoşînê bûn. Li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Rojhilata Navîn em vê yekê di têkoşîna ku jin li hember bê edaletiyê dimeşînin de bi awayek aşkera dibînin.”
‘Jin dê rêya berxwedan û parastinê hilbijêrin’
Rohilat Efrîn li ser feraseta rêveberiya heyî ya li Sûriyeyê jî rawestiya û wiha got: “Hikûmeta nû, li ser şopa feraseta cîhadhez yanê îslama radîkal dimeşe. Nêrîna jinê nestend, xwe wek rêveber îlan kir. Colanî xwe wek serok îlan kir. Ev sê meh in jî li dijî êrişên dewleta Tirk berxwedana me bê navber didome.
Rêber Abdullah Ocalan, bi felsefeya xwe ya ku ji bo hemû civakên dinyayê xizmet dike, liberxwe dide. Jin dê rêya berxwedan û parastinê hilbijêrin.”
Fermandar Rohilat Efrîn destnîşan kir ku rastiya Roja Jinan a Cîhanê li Bendava Tişrînê berbiçav bûye, ji ber ku jinan berxwedana rihê Şerê Gelê Şoreşger bijartin û wiha got: “Bi banga li ser bingeha banga aştî û demokrasiyê ya Fermandar Ocalan û hewldana hevpar a jinan, şoreşa jinê û demokratîkbûna civakê dê wek şoreşek nemîne, bibe şoreşek navnetewî.”
Girîngiya berxwedana li Bendava Tişrînê
Berdevka Ragihandina YPJ’ê Rûken Cemal a ku ji ajansa me re axivî li ser girîngiya 8’ê Adarê sekinî û wiha got: "Em carek din vê roja berxwedan û azadiyê, roja jinan a navnetewî pêşwazî dikin. Sala 2025’an yek ji salên herî dijwar ên ji bo jinên Sûriyeyî ye. Piştî ketina rejîma Esad û desteserkirina hikûmetê ya ji aliyê cîhadhezan ve, li bajarên peravê Sûriyeyê li hember sivîlan komkujî hatin destpêkirin. Di heman demê de Bendava Tişrînê û Pira Qereqozaxê, şahediya berxwedana lehengî ya gelê Kurd dike. Tevî ku herêm evqas tengasî dikşîne jî em 8’ê Adarê bi vê hejmara zêde ya jinan re û bi vê kêfxweşiyê pêşwazî dikin. Ev jî nîşaneya piştevaniya jinan û biryardariya berxwedêr a li hember hemû êrîş û binpêkirinan e.”
Şervana Ereb: Cudahî û coşa îsal banga Rêber Abdullah Ocalan e
Şervana YPJ’ê Roj Serêkaniyê jî li ser navê şervanên Ereb axivî. Roj Serêkaniyê wiha got: “Em wek şervanên Ereb, 8’ê Adarê bi jinên Kurd, Aşûrî û Suryanî re pîroz dikin. Cudahiya pîrozbahiya îsal û tiştê ku bûye sedema coşa me, banga aştî û demokrasiyê ya Rêber Abdullah Ocalan e.”
Şervana YPJ’ê Şîlan Dêrik jî destnîşan kir ku hikûmeta demkî, têkiliyên xwe yên bi gel re datîne, li ser Îslama radîkal dimeşîne û wiha got: “Zengîniya çandî û olî ya Sûriyeyê piştguh dike û hewl dide ku feraseta xwe li ser xelkê ferz bike. Tu ol û bawperî nikare xwe li ser yên din ferz bike. Em van binpêkirinên li hember jinan ku îro tên kirin, şermezar dikin. Divê jin êşên ku dikşînin, bikin navenda hêza xwe û tiştên ku li wan tê ferzkirin, nepejirînin.”