YPJ’ê 10’emîn salvegera xwe pîroz kir
Yekîneyên Parastina Jinê bi torenek leşkerî roja damezrandana YPJ’ê ya 10 saliya xwe pîroz kir.
Navenda Nûçeyan - Yekîneyên Parastina Jinê di 4’ê Nîsana 2013’an de hate avakirin 10 sal in ji bo parastina hebûn û destkeftiyên jinan têdikoşe. YPJ’ê li ser dîrok û têkoşîna jinan a bi salan hate avakirin ku îro bûye îlham ji tevahî jinên cîhanê re. Bi boneya 10’emîn salvegera Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) torenek girseyî hat lidarxistin.
Torena leşkerî ya YPJ’ê bi silavdayina leşkerî û dirûşma “YPJ’ê misogeriya parastina nirxê şoreşa jinê ye” dest bi torena leşkerî kirin. Her wiha qada torenê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Dayika Uweyş û pakrewanên azadiyê, alê YPJ/YPG hatibû xemilandin.
‘YPJ’ê bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo hat avakirin’
Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê û torena leşkerî Fermandara Giştî ya Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Newroz Ehmed wiha axivî: “Vê roja pîroz bi navê hemû şervanên azadiyê yên YPJ’ê di serî de li Rêber Apo ya ku afrînerî fikir û jiyana azad û hebûna xwe ji bo tevahî gelê azadîxwaz û jinan daye, ji vir heta Îmraliyê li Rêber Apo pîroz dikin. Vê roja pîroz di şexsê dayika Uweyş de hemû dayikên ku têkoşîn kirine û heta niha berxwe didin, pîroz dikin. Em rojbûna tevahî mirovên azadîxwaz, têkoşînvan ji bo demokrasiyê li ber xwe didin, li hemû gelê cîhanê pîroz dikin. Bi zanebûna Rêber Apo, azadiya jinê hate avakirin ku misogeriya jin hate avakirin. Yên ku felsefeya azadiya jinê diyarî kir û xwe da naskirin û îradeyek xurt da ava kirin û xist têkoşînê Rêber Apo bû. Îro YPJ’ê hate avakirin û îro sala xwe ya 10’emîn pîroz dike. Me bi saya fikir û felsefeya Rêber Apo xwe naskir û azadî encax bi têkoşînek bê hempa bi dest dikeve. YPJ’ê bi destpêka avakirina xwe de li ser vê esasê hemû pêvajoyên zor û zehmet ku li hember pergala desthilatdar li ber xwe da hate avakirin.”
‘YPJ’ê dizane ku azadî bi hesanî nayê bi destxistin’
Newroz Ehmed da zanîn di sala nû de ji tevahî jinan re azadî diwazin û got: “YPJ’ê vê da ber çavan ku azadî bi têkoşînê bi dest dikeve. Li hember çeteyan têkoşînek mezin hate dayîn. Avabûna YPJ’ê îro ji bo hemû jinên azadîxwaz û ji bo hemû gelê bindest bû hêvî. Pêvajoya ku niha jî em têde dijîn, çi herêmê û cîhanê dibe vê da diyar kirin ku vê sedsalê bikin sedsala jinê. divê em hin xurt bibin û bi watedir bikin û têkoşîna xwe xurt bikin. Herêmên me yên dagirkirî rizgarkirina wê gava esasî ye. Li kêleka wê qasî me naskir ku ev pirskirêk me hemû jinan e ku jinên ku li hember koletî û desthilatdarî tên û bi îşkencê re rû bi rû dimînin divê li kêleka wan bin. Divê hemû jin û netew, mozaîka ku hatiye avakirin, em ji bo tevahî jinan bikin mînak û bikin vê sedsalê bikin a jinan.
Di serî de em vê rojê li hemû jinên azadîxwez, têkoşer ên ku di nava YPJ’ê de cih digirin û ji bo azadiya xwe têkoşîn dikin em pîroz dikin. Ji bo hemû gelan li ser esasê fikir û felsefeya netewa demokratîk bikin mînak, bûye sembola hemû kesan. Careke din em vê rojê û vê vejînî li Rêber Apo, tevahî hevalan û şehîdên şoreşê ku îro em bi saya wan li vir li ber xwe didin bi bîr tînin û vê rojê li wan pîroz dikin. Em girêdana xwe li ser esasê ku hêviya şervanan rast bikin û jiyanek wekhev azad û demokrat pêk bînin. Di sala 10’an ya têkoşînê de em qasî ku nêzî azadî dibin têkoşîn hîn dijwartir dibe. Vê sala nû ya têkoşînê de li tevahî jinan re azadî dixwazin û dibêjin “Jin jiyan azadî”.”
Paşê ji bo rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û damezrandina Yekîneyên Parastina Jinê dar hatin çandin.
Herî dawî jî şervan û fermandarên YPJ’ê govendên azadiyê gerandin.