‘YPJ bi fermandarên weke Rêvanan mezin bû’
Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) di sedsala 21'emîn de bûn hêza nûjenkirina heqîqet, vîn û nasnameya jin.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Li Rojavayê Kurdistanê di 19'ê Tîrmeha 2012'an de bi pêşengiya jinên Kurd şoreş pêk hat. Şoreşa ku xwe spart mîrateya 50 salan a têkoşîna gelê Kurd, li Rojavayê Kurdistanê bi rê ket. Di demeke ku jinan pêşengî dikirin, pêwîstiya wan bi hêzeke parastinê hebû. Ji lewre hêza YPJ'ê ji rehma şoreşa jinan ava bû ku bû nasnameya tevahî jinên berxwedêr.
Şervan û fermandarên felsefeya YPJ'ê:
YPJ'e di 4'ê Nîsana 2013'an de piştî li darxistina yekemîn konferansa xwe, bi rengekî fermî hat ragihandin. Hêzên YPJ'ê ku xwe dispêrin parastina rewa ya ji hemû cureyên êrîşan, xwe li ser bingehê paradîgmaya Netewa Demokratîk, azadiya jin û ekolojiyê xwe birêxistin dike.
Bi salan e şervanên YPJ'ê xwedî li sozên xwe derdikevin û li dijî êrîşên komên çete û yên dewleta tirk jinan û gel diparêzin. Her wiha rêxistinbûna xwe li seranserê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ava kirin. Bêguman ast û destkeftiyên YPJ'ê ji valahiyê nehat, ev yek bi berdêlên giranbiha hatin qezenckirin. YPJ'ê di van 10 salan de bi dehan fermandar û şervanên xwe di oxira azadiya jin û civakê de feda kir.
Yek ji leheng û milîtanên Yekîneyên Parastina Jin YPJ'ê ku hêjaye mirov di salvegera damezirandina wê de bi bîr bixe, têkoşer Rêvana Rojava ye.
Ji bo azadiya jin û parastina xaka xwe canê xwe feda kir
Rêvana Rojava bi navê rast Medîne Mamo ji gundê Xanika Xeliyan yê Rojhilatê Kobanê ye. Di 2013'an de bi biryara parastina ax û welat beşdarî nava refên YPJ'ê dibe. Dema ku di Îlona 2014'an de çeteyên DAIŞ'ê êrîşî kantona Kobanê dike, têkoşer Rêvan li gel hevalên xwe cihê xwe di nava çeperên berxwedanê digre û soza parastina Kobanê dide. Di roja 27'ê Îlonê de, êrîşên çeteyan di tevahî eniyên şer de dijwar dibin. Di wê rojê de Rêvana Rojava li gel komek hevalên xwe li gundê Golmid yê li Başûrê Kobanê şer dikirin. Ji ber vê êrîşên raste, rast û dijwar cebilxaneya şervanan xilas dibe û derfet namîne ku bînin. Di wê navberê de Rêvana Rojava biryara pêkanîna çalakiya fedayî dide da ku hevalên xwe biparêze û rê nede çeteyan ku derbasî navenda Kobanê bibin.
Bi çalakiya keça Kobanê Rêvana re, berxwedana Kobanê derbasî pêvajoyeke nû dibe. Ev çalakî dibe çavkaniya hêz, vîn û baweriyê ji bo hemû şervanên ku di Kobanê de şer dikirin ku herî dawî û piştî 134 rojan, rizgarkirin û serkeftina Kobanê di 27'ê Çileya 2015'an de ragihînin.
Bi boneya 10'emîn salvegera damezrandina Yekîneyên Parastina Jin, Leyla Ehmed ku xizma têkoşer Rêvana Rojava ye, ji ajansa me re behsa girîngî û wateya YPJ'ê kir û qehremaniya Rêvana Rojava jî bilêv kir.
'YPJ'ê mezintirîn destkeftiyên şoreşê ye
Leyla Ehmed di destpêka axaftina xwe de hestên xwe yên ji bo YPJ'ê wiha parve kir: "Dema behsa YPJ'ê tê kirin, yekser vîn, têkoşîn û berxwedana jin tê bîra me. Hêzên YPJ'ê di dil û mêjiyê me de dan rûniştandin ku li welatê me artêşa parastina jin heye û ew ji bo me palpişt e. Her wiha yekser ew karekterê şervanên YPJ'ê yê bi cilên leşkerî, keziyên dirêj û ew çeka li ser milan hildayî di ber çavên me re derbas dibe. YPJ'ê bi hêz û îsrara xwe teqez kir ku jin jî dikarin bibin artêş û parastina nirx, hebûn û nasnameya xwe bikin. Berxwedaniya ku şervanên YPJ'ê nîşan dan, ji bo jinên Kurd, Rojhilata Navîn û cîhanê bû hêviya rizgarî û serkeftinê. Ji ber ku YPJ'ê bi rêxistinbûn û rêgezên xwe nûnertiya tevahî jinan dike. Lewre mirov dikare bibêje ku yek ji destkeftiyên herî nirx û wate yên şoreşa Rojavayê Kurdistanê, damezarandina YPJ'ê ye."
'Artêşa jin a serdemê di berxwedana Kobanê de xwe da der'
Leyla Ehmed bal kişand ser rola şervanên YPJ'ê di berxwedana Kobanê de û got: "Hêz û rastiya damezrandina YPJ'ê di berxwedana Kobanê de xwe da der. Berxwedan û serkeftina ku şervanên YPJ'ê di şerê Kobanê de qezenc kirin, bû xaleke dîrokî di nava vê artêşê de. Vîna jinan ya di çeperên şer de xîlafeta DAIŞ hejand, heta çete ji tilîliyên şervanên jin ditirsiyan. Kes nikare vê rastiyê paşguh bike, berxwedana serdemê ya ku di Kobanê de pêk hat, bi pêşengiya YPJ'ê bi ser ket. Jinan şervantî û fermandarî kirin, bedena xwe kirin parçeyek ji Kobanê. Bi vê serkeftinê re hebûn û hêza YPJ'ê deng veda êdî hemû jin li derora wê xwe pêçandin û bênavber tevlibûn çêbû. Mirov dikare bêje ku YPJ'ê di pratîka xwe ya van çend salan de, bi rengekî şênber xwedî derketina li felsefeya "Jin, jiyan, azadî" nîşan da. Ji ber vê ji bo me jinan, YPJ'e artêşa "Jin, jiyan, azadî" ye û bingeha misogerkirina azadiyê ye."
'Bi hêzeke mezin bû bersiva hişmendî û hovîtiya DAIŞ’ê'
Leyla Ehmed di domandina axaftina xwe de behsa çalakiya fedayî ya Rêvan Rojava kir û got: "Bi sedan şervanên ku di oxira azadiyê de canê xwe feda kirin hene. Bi taybetî jî di berxwedana Kobanê de fermandar û şervanên ku bi û rêbazên cuda mohra xwe li destana sedsalê dan hene. Şehîda fedayî Rêvan Rojava yek ji mînakên herî şênber a di nava YPJ'ê de ye. Rêvana di berxwedana Kobanê de çalakiya fedayî kir lê me weke malbat dereng agahî girt. Wê demê bavê şehîd Rêvan ketibû destên DAIŞ’ê ji lewre wesiyeta wê ew bû ku agahiya çalakiya wê nedin malbatê. Şehîd Rêvan û mirovekî xwe di heman çeperê de bûn, dema birîndar dibe mirovê wê jê re dibêje em paşve vekşên. Lê ew qebûl nake û jê re dibêje, ez xwedî vîneke mezin im ku vekşandinê napejirînim. Sekn û hêza wê têrker bû ku li hember hovîtiya DAIŞ bibe bersiv û nehêle çete derbasî Kobanê bibin."
'Armanca xwe anî cih û navê YPJ'ê mezin kir'
Leyla Ehmed herî dawî bîranên xwe yên li gel keça xaltiya xwe wiha bilêv kir: "Ji biçûkaniya xwe de hezkirina ji welat re bilêv dikir, ji ber vê dema ku gihîşt temenekî têgihîştî ji cebhewiyeke gund re daxwaza xwe ya tevlibûna nava YPJ'ê anîbû ziman. Wê dayikê jê re gotibû temenê wê biçûk e lê Rêvana bersiva wê ew bû ku xwestek û armancên wê mezin in. Rêvan bi vê daxwaz, vîn û hêzê beşdarî nava YPJ'ê bû dikarbû mohra xwe li dîrokê bide. Daxwazên şehîd Rêvan ên azadiyê di sekn, tevlibûn û axaftinên wê de diyarker bûn, heta di hilbijartina navê xwe de mirov vê yekê dibîne. Dema min navê wê yê nû bihîst, min ji dayika xwe re got ku armanc û navê wê hev temam dikin. Rêvana bi cesaret û çalakiya xwe riya azadiyê ji tevahî hevriyên xwe re ronî kir."