YPJ: Êrîşên dewleta Tirk ji bo qirkirin û tunekirinê ye

Fermandariya Giştî ya YPJ'ê, bertek nîşanî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê da û wiha got: "Bila cîhan tev zanibe, yên ku hewl didin welatê me bikin mîna dojehê wê di nava wî agirê dojehê de bişewitin."

Navenda Nûçeyan- Fermandariya Giştî ya YPJ'ê têkildarî êrîşên dewleta Tirk a li ser Bakur û Rojhilatê Suriyê de daxuyaniyek weşand û wiha got: “Dewleta Tirk a ku ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve têk çûye, mîna gurekî har her tim êrîşî herêmên me dike.”

Daxuyaniya YPJ'ê bi vî rengî ye:

"Êrîşên dewleta Tirk a dagirker encama polîtîkaya hevpar a hêzên hegemonîk e. Şoreşa azadiyê ku hêviya gel e îro li pêş çavên tevahiya cîhanê dibe hedefa êrîşên bêhiqûqî. Di encama van êrîşên dewleta Tirk de ku li hemberî qadên petrol, xizmet, febrîqe û binesaziya herêmê hatin kirin, hin welatiyên me şehîd bûn; ev êrîş ji bo qirkirina gel e, ji bo tunekirinê ye.

Parastina xaka welêt ji bo me sedema hebûnê ye, sedema têkoşînê ye. Weke YPJ di têkoşîna xwe ya dijî DAÎŞ'ê de em xwedî li nirxên mirovahiyê derketin. Lê belê dewleta Tirk a ku ji aliyê siyasî, civakî û leşkerî ve têk çûye, mîna gurekî har her tim êrîşî herêmên me dike.

Ev êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ser tevahiya gelên cîhanê gefek e. Bêdengiya hêzên navneteweyî ya li hemberî van êrîşan di heman demê de tê wateya erêkirin û xurtkirina DAÎŞ'ê.

Erdogan di şerê navbera Hamas û Îsraîlê de qala pîvanên mirovî û exlaqî dike. Lê belê dewleta Tirk a qirker bi êrîşên li ser Rojava û Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê re hovîtiyek ji her dema dîrokê girantir kiriye. Lê belê li hemberî êrîşên dewleta Tirk a faşîst têkoşîna me ya mafdar wê bênavber dewam bike.

Gelê me biryardariya xwe ya ji bo xwedîderketin û parastina şoreşê her roj tîne ziman. Ji bo têkbirina faşîzma Tirk em banga xurtkirina rêxistiniya gelê xwe dikin.

Beriya her tiştî em sersaxiyê ji malbatên şehîdan û tevahiya gelê me re dixwazin, ji birîndaran re jî şîfayê hêvî dikin.

Şoreşa me bi îrade û biryardariya gelê me, bi piştgiriya gelên cîhanê yên alîgirê azadiyê destpê kir û gihîşt wateya yekîtiya gelan.

Ne daxuyanî û helwestên cihê şermê yên dewlet û saziyan, lê belê serhildan û berxwedana gelê me wê serketinê bi xwe re bîne.

Li ser vê bingehê em sekna pîroz a gelê xwe silav dikin ku tu carî teslîmî terora dewleta Tirk nabe û em ê bi ruhê fedaî yê gelê xwe şoreşa xwe biparêzin.

Yên ku hewl didin welatê me bikin mîna dojehê bila zanibin ku ew ê di nava wî agirê dojehê de bişewitin."