YPJ: Êriş bi armanca veşartina planên îlhakê hate pêkanîn

YPJˊê der barê êrişa dewleta Tirk a li ser rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn daxuyaniyek da û got: " Êriş bi armanca veşartina planên îlhakê hate pêkanîn."

Navenda Nûçeyan – Navenda Ragihandinê ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî şehîdbûna rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve daxuyaniyek da.

Daxuyaniya YPJ’ê wiha ye:

“Êrişa dewleta Tirk a faşîst ya li ser Rojnamevanên jin Gulistan Tara û Hêro Behadîn bi armanca planên dewleta Tirk a îlhakê ya li ser Başûrê Kurdistanê veşartinê, hate pêkanîn. Hêzên hêrêma Kurdistanê û Iraqê li Başûrê Kurdistanê ji bo deskeftiyên Tevgera Azadiya Kurdistanê tune bikin, li gel dewleta Tirk ya ku beka ya xwe di qirkirina gelê Kurd û herêmê de dibîne, bi konsepteke pir alî êrişên wiha yên terorî û dijmirovî pêk tînin.

Gulistan û Hêro rastiya êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê, hêzên îxanetkar û yên ku xûlamtiyê dikin ji nêz ve dişopandin, bi kamera û pênûsa xwe ragihandin rayagiştî. Ji ber vê yekê Gulistan û Hêro di 23’ê Tebaxê li Silemanê rastî êrişa dewleta Tirk hatin. Gulistan û Hêro  tu car rawestan qebûl ne dikirin û berdêl çidibe bila bibe hebûna xwe fedayî eşkere kirina heqîqeta li welat tê jiyîn, kirin. Dîroka çapemaniya Kurd bi dîroka tekoşîna gelê Kurd re xwedî heman dîrokê ye. Berxwedaniya gelê Kurd bi saya keda rojanamevanên  li ser şopa heqîqetê tekoşîn kirin îro eşkere ye û dîrok nikare vê rihê wêrek ya ku serxwebûn û azadiyê de bi israre înkar bike.

Dewleta Tirk li pêşiya çavê tevahî cîhanê bi balafirên bi çek êrişên xwe yên hovanê pêk tîne. Dewleta Tirk bi vê rêbaza dervayî pîvanên şer li pêşiya çavê hemû cîhanê êrişî pêşengên gel, siyasetmedar, akademîsyen, şervan û rojnamevanan dike. Dewleta faşîst û qirker a Tirk li Rojavayê Kurdistanê jî di sala 2019’an de dema ku şervan û rojnamevan Dilovan Gever êrişên dagirkeriyê ya li ser bajarê Girê Sipî dişopand, bi avayekî hovane qetil kir. Weke herdem sazî û dezgehên mafê mirovan li hemberî van êrişên dewleta Tirk, bedeng in.

Pêwîste hemû rayedar û berpirsên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê baş bizanibin ku bi avayekî eşkere li ser axa Başûrê Kurdistanê hevkarî ji qirkirina gelekî re tê kirin. Qetilkirina rojnamevanan tê wateya bêdeng kirina dengê heqîqet ê. Pêwîste hêzên Başûrê Kurdistanê û Iraqê destûrê nedin ku dewleta Tirk li ser axa wan, êrişên namerdane pêk bîne.

Em ji malbatên hêja ya Gulistan Tara û Hêro Behadîn re sersaxiyê dixwazin. Tekoşîna ku ragihandina jina azad ji bo eşkere kirina kiryarên faşîzma dewleta Tirk ji Gurbeteliyan heta Agirî Yilmaz, Dilovan Gever, Gulistan û Hêroyan xwedî dîrokeke tijî berxwedane ji ber wê jî wê tu car serî netewînin. Em weke şervan û rojanmevanên ku ji bo azadiya gel û welatê xwe şer dikin û berxwedaniyê radigîhînin soza domandin û bilind kirina tekoşîna Gulistan û Hêroyan didin."