YJŞ: Emê ala serkeftinê bighînin lûtkeyê

Yekîneyên Jinên Şengalê bi mebesta 8’ê Adarê destnîşan kir ku jinên Êzidî bi fikir û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatine vê rojê û banga bilindkirina têkoşînê li jinan kir.

Şengal – Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi daxuyaniyeke nivîskî  8’ê Adarê li hemû jinan pîroz kir. YJŞ’ê di daxwiyaniya xwe de diyar kir ku ewê têkoşîna xwe heta ku ala serkeftinê bighînin lûtkeyê, bidomînin. Di destpêka daxuyaniya YJŞ’ê de hat gotin ku “Bi coşa têkoşîna jinan em wek Yekîneyên Jinên Şengal’ê (YJŞ) vê roja bi wate di serî de li jinên berxwêdêr, jinên azadîxwaz, jinên kedkar, jinên ku ji bo azadiyê têdikoşin û li qadan hebûna xwe nîşan didin, pîroz dikin. Wek pêşengên jinên Êzîdî em di şexsê şehîd Binevş Egal, Bêrîvan, Arîn û Ezdayan de tevahî şêhîdên tekoşîna azadiyê bi bîr tînin. Em bi hurmet, bi hezkirin û bi mînetdarî bejna xwe li ber têkoşîn û berxwedana wan ditewînin.”

‘Civaka Êzidî bi bîrdoziya Rêber Apo xwe birêxistin kir

YJŞ’ê balkişand ser girîngiya têkoşîna jinan û wiha berdewam kir: “Pêvajoya ku bi hezaran jinên azadîxwaz berê xwe dane têkoşîna azadiyê û di bin siya fikr û felsefeya Rêber Apo de pêşwazîkirina Roja Jinan a Cîhanê, ji bo me kêfxweşî û kelecanek bê hempa ye. Lewra em wek jinên parastina civaka Êzîdî, bi şopdariya birdoziya Rêber Apo, gihîştin heta van merheleyan. Ked û berhemên ku Rêber Apo ji bo civaka me ya Êzîdiyan raber kir, gelek watedar e. Lewra dema ku civaka Êzîdî di bin pençê qirkirinê de bi tena serê xwe hate hiştin, şagirtên Rêber Apo gihîştin hawara gelê me û gelê qedîm ji qirkirinê û ji tûnebûnê rizgar kirin. Bi taybetî bi xilaskirina jin û dayîkan a ji destê çeteyên hov ên DAIŞ’ê, jin gîhiştin azadiya xwe ya fîzîkî û bi sedan jinên Êzîdî bûn şopdarên fikr û felsefeya Rêber Apo. Gelê Êzîdî ji Rêber Apo bawer kir û bi birdoziya Rêber Apo re xwe rêxistin kir.”

‘Îro jinên Êzîdî bûn hêz, bûn vîn û bûn xwedî biryar’

YJŞ’ê destnîşan kir ku jinên Êzîdî îro di rastiya Yekîneyên Jinên Şengal’ê de biryardara ku parastina civata xwe bike daye û bi artêşbûna jinên Şengalê re gelek lehengên serdemê derketine pêş. YJŞ’ê diyar kir ku lehengên hemdem ên mîna  fermandar û rêheval Berîvan, Deniz Riha, Arîn Şengal derketine û wiha berdewam kir: “Lewra vala derxistina fermananê tenê bi artêşbûnê û bi afirandina fermandarên serdemê û bi rêxistibûnek di asta paradîgmayê de dikare pêkan bibe. Îro jinên Êzîdî bûn hêz, bûn vîn û bûn xwedî biryar. Ger ku îro em bidestxistina serkeftinên şênber ve roja jinên cîhanê pêşwazî dikin, bêgûman ev mîrateyeke gelek bi nirx e. Ev mîrateya ku di pêşengtiya Clara Zetkînan - Rosa Lûxembûrgan, ji Binevşan heta Sarayan, ji Azimeyan heta Arîn, Ezda û Berîvanan me standiye.”

YJŞ’ê da zanîn ku begûman ev mîrate bi têkoşîn û berxwedanên bê hempa heta îroy gihîştiye û wiha pê de çû: “Lewra ji bo wekhevî û azadiyê gelek jinan canê xwe dane. Em jî wek şopdarên wan, ji gîhandina vê roja pîroz a ji bo nifşên li pey xwe, erkdarin. Em xwe ji vê erkê re berpirsyar dibînin.”

‘Jin kelaha berxwedanê ye’

YJŞ’ê diyar kir ku jinbûn mijarek civakî ye, lewra kesa ku jiyanê diafirîne jin bi xwe ye. YJŞ’ê da zanîn ku jin wesfê xwe ya li pêş, ji zarokanînê digre û wiha got: “Jin bi rastiya xwe bi rê dikeve û bi şerê xwe bi tekoşînên bê aman, kêliyên bi wate yên jiyanê diwelidîne! Tevahî êşa ku dikşîne, ji bo jiyanek nû ye! Lewra jin ‘Kelaha berxwedanê’ ye!’ Lewra jinbûn; jiyanê distirîne, wateyê ji nû ve saz dike û hestên mirovî xurt dike. Di encamê de jin kesa ku jiyanê diafirîne ye.”

‘Ya ku cîhanê rizgar bike jin e’

Di berdewama daxuyaniya YJŞ’ê de hat bibîrxistin ku cîhana ku zayîna jinê tê de vegerandine metayê, hişmendiyê ku civaka zayendperestî tê de serwer bûyî de jin di nava têkoşîna gihîştina xwebûn û cewherê de ye. Daxuyaniya YJŞ’ê wiha berdewam kir: “Di cîhana ku ji jinê hatiye dizîn, bîr û baweriya ku jin jê bê par hate hiştin de, bi pêşengtiya jinên sosyalîst, jinên şoreşger û dildarên azadiyê bi gavên ji xwe bawer em xewdî wê hewldanê ne ku bighên xwebûna xwe û hewl didin rêya serxwebûn û azadiyê bi siberojek mezin vekin! Ev têkoşîn ji bo tevahî jinên cîhanê dibe hêza tekoşînê. Serxistina wê dê tenê nebe serxistina zayendek, di heman demê de wê bibe serxistina civakekî jî. Jixwe Rêber Apo dibêje; ya ku cîhanê rizgar bike jin bi xwe ye’ ev bi serê xwe hêza avakirinê, kelecan, hêvî û moral dide me.”

‘Em ê ala serkeftinê bighînin lûtkeyê’

YJŞ’ê destnîşan kir ku ji bo cîhanek azad ew jî biryardar in û çi ji destê wan bê, ewê nîşan bidin. YJŞ’ê wiha got: “Bê guman ya ku biryardarî dide me, ramanên Rêber APO ye û hevalên ku di oxira azadiyê de canê xwe dane hêz dide me. Îro ev jiyana ku bi hezaran xwîna jinên leheng hatiye avakirin, têkoşîna jinan watedartir û mayînde kiriye. Ev têkoşîn xeta jina azad mezintir kiriye û bi biryardariyek mezin hîn berdewam e. Wek hevalên wan yên tekoşînê, gîhandina ala serkeftinê ya lûtkeyan, deynê stûyê me ye. Em wek şopdarê wan lehengan bibin lêgerînvanên azadiyê û pêşengên guhertina jiyanê. Lewra têkoşîna me vegera li cewher û azadiyê ye.”

‘Emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin’

Di dawiya daxuyaniyê de YJŞ’ê bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo aştiya civakî û wiha got: “Bi taybetî bi bangewaziya Rêber APO ewê ev bihar û hemû demsal jî, bibe bihara jinê û bi biharbûna tekoşîna jinê ve ewê hemû cîhan bedewiya herî bi wate jiyan bike. Li ser vê esasê kesên ku ji bo bidestxistina azadiya jinan têdikoşin û ked didin, di serî de jinên şoreşger, sosyalîst, enternasyonal, tevahî jinên kedkar, em roja jinan pîroz dikin. Em wek Yekîniyên Jinên Şengalê (YJŞ) ji bo tevahî jinan hezkirin û rêzên xwe pêşkeş dikin. Em dibêjin bi rih, fedakarî û wêrekiya jinên Êzîdî emê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin, bi berxwedan û tekoşîna xwe emê her rojê bikin roja jinan!

Biji Serok Apo!

Bijî Berxwedana Jinên Sosyalîst û Enternasyonal!

Bijî Yekiniyê Jinên Şengal’ê!

Jin Jiyan Azadî!”