YJŞ’ê beşdarî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû

YJŞ’ê, tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' bû, diyar kir ku ew amade ne bersivê bidin her cûre êrîşan û got: "Em bawer in bi vê kampanyayê em ê hemû êrişan têk bibin û azadiya hemû jinan misoger bikin."

Navenda Nûçeyan – Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) daxuyaniyek weşand û ragihand ku tevlî kampanya 'Li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê' dibe ku di 8'ê Adarê de ji aliyê Tevgera Jinên Êzidî (TAJÊ) ve hate ragihandin.

YJŞ’ê di destpêka daxuyaniyê de kampanya TAJÊ silavkir û işaret bi rola jinê ya ji bo parastina çand, bîr û baweriyê ya civakan kir. YJŞ'ê, ragihand ku dijmin ev sekna bi rûmet a jinê ti carî nepejirand, lewma her gavê êriş kir.

‘Dijminê hemû jinan weke hev in’

Di daxuyaniyê de fermana 3'ê Tebaxê ya li Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin, "Doh jinên Êzidî, îro jî jinên Efganistanê û Fîlîstînê bi vê rastiya zilamê serdest re rû bi rû dimînin. Lê belê dijminê hemû jinan weke hev in. Ji bo hemûyan jin tenê amûrek bikaranînê ye û dikare bêne kuştin, destdirêjî lê bê kirin. Îro jî bi heman mejiyê serdest bi rengekî bê exlaq êriş li jinê, vîna jinê tê kirin."

‘Jin êdî xwedî îrade ne û çarenûsa ku ji wan re hatiye diyarkirin qebûl nakin’

YJŞ'ê, destnîşan kir ku tirsa desthilatdaran ji hêz û têkoşîna jinê ye û wiha dewam kir, "Ji ber ku dijminê jinan bi xwe jî dibînin ku jin êdî xwedî îrade ne û çarenûsa ku ji wan re hatiye diyarkirin qebûl nakin. Li dijî vê yekê serî hildidin."

Bi taybetî jî işaret bi sekna jinên Êzidî hate kirin ku di herikîna dîrokê de ti carî serî li ber zordestiyê netewandiye.

Têkildarî armanca kampanyayê jî ev agahî hatin dayin:

"Bi esasî armanca kampanyayê ew e ku hemû jin li hemberî her cûre êrişan bisekinin, yekîtiya jinan ava bikin û zilma heyî ji kokê ve têk bibin. Li ser van esasan em weke YJŞ beşdariya xwe ya li kampanya 'Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê' radigihînin."

‘Em ê li dijî êrişên li ser jinê bersivê bidin neyarên jinan’

Di dawiya daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ew amade ne li her derê li hemberî her cure êrişên li dijî jinê bersivê bidin neyarên jinan.

YJŞ'ê got, "Em bawer in bi vê kampanyayê em ê hemû êrişan têk bibin û azadiya hemû jinan misoger bikin."