Yên ku li Hatayê çekên namlû ya dirêj hildigirin kî ne?
Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy, wesayîtên sivîl û polîsan ên bê plaqe li Hatayê digerin anî rojeva Meclîsê û diyar kir ev rewş fikara bûyerên îşkenceyên berê pêkhatine dê ji nû ve bên pêşxistine ava dike.
Navenda Nûçeyan- Tê diyarkirin li Hatayê ku yek ji wan bajarên ku di du erdhejên mezin ên navenda wan Mereşê de hilweşinek mezin pêkhat, wesayîtên bê plaqe yên kesên çekdar cih digrin hene. Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Oya Ersoy ev rewş anî rojeva Meclîsê û ji Alîkarê Serokomar Fuat Oktay re pêşnûnameya pirsê pêşkêş kir.
Oya Ersoy da zanîn li xwe kirina kamuflaj û uniformayên bi reng ên kesên di wesayitan de cih digrin û bi çekên namlûya dirêj geravan ya nava bajêr bala wan kişandiye. Oya Ersoy, diyar kir ku nasnameya kesên bi çekdar ên li herêma erdhejê van wesayîtan bi kar tînin ne hatiye diyar kirin û da zanîn ku dema bûyerên îşkenceyên berê hatine pêkanîn bê fikarandin, der barê ji nû ve pêkanîna van bûyeran de fikaran ava dike.
Ji bo bersîv dayîna Alîkarê Serokomar Fuat Oktay ev pirs hatin pêşkêş kirin:
*Mînîbusên spî û wesayîtên ticarî yên bê plaqe li Hatayê digerîn aîdê emniyetê ye an ne?
*Ger wesayitên mijara gotine yên yekîneyên emniyetê be, çima bê plaqe digerin?
*Ger wesayitên bê plaqe digerin ne aîdê polîsan bin, ji aliyê kê ve tên bikaranîn?
*Çima plaqe ya panzer û wesayîtên akrep ên polîsan tune ye?
*Kesên çekdar ên di wesayîtên mijara gotine de cih digrin, endamên emniyetê ye an ne?
*Der barê van wesayîtên ku di çapemeniyê de cih digirin de lêpirsîn hat dest pê kirin an