Yekîtiya Ragihandina Azad xelata kedê da 8 rojnamegeran

Bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurdî, Yekîtiya Ragihandina Azad YRA xelata rojnamegeriyê ya kedê ya Şehîd Mezlûm Bagok da 8 rojnamegerên piraniya wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.

Qamişlo – 22’ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye, Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) salane bi vê boneyê, xelatên rojnamegeriyê ya Şehîd Mezlûm Bagok a kedê dide. Ev xelat jî ji bo kesên ku keda wan di rojnamegeriyê de heye li herêmê pêşkêş dike. Duh bi heman boneyê, Yekîtiya Ragihandina Azad xelat da Kenala Jin tv û çend rojnamevanên ku piraniya wan ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne.

Bi dehan rojnamevanên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di xelatwergirtinê de amade bûn. Koma Yekpar, Koma Cûdî û hunermend Bêrîvan Xelîl jî stran gotin.

Li ser navê Yekîtiya Ragihandina Azad YRA Diyar Cizirî axivî. Di axaftinê de şehîdên rojnameger hatin bîranîn, her wiha  bal hat kişandin li ser keda rojnamevanan. Li hêleke din bang hat kirin ji bo azad berdana rojnamevanên ku ji aliyê desthilatdaran ve taybet dewleta Tirk û Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve di dema dawî de. Di heman demê de soz hat dayîn ji bo berdewamiya xeta şehîdên heqîqetê ji bo ragihandina wê  ji tevahî cîhanê re.

Xelata kedê ji bo van rojnamegeran hat pêşkêşkirin:

Silêman Ehmed Nûçegihanê ajansa Roj News ku li ser destê Hikûmeta Başûrê Kurdistanê ve hatiye binçavkirin û niha li wir di girtîgehê de ye.

Nûçegihana Ronahî tv Ciwana Cuma

Pêşkêşvanê Rojava tv Şerîf Mihemed

Xebatkara radyoya Star fm Heyam Abdullah

Xebatkara Rojnameya Ronahî Bêrîvan Xelîl

Ji Bakurê Kurdistanê Nûçegihana Jin tv Delîla Egîd a ku di encama êrîşeke dewleta Tirk de li ser wesayeta kenala Jin tv bi giranî birîndar bû.

Ilhamî El-Milîcî di rojnama El-Ihram a Misrî de dixebite û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek nivîsên wî hene.

Spasname ji bo pêşkêşvana Jin tv Loristan Derwîş.