Yekitiya Ragihandina Azad xelat da du rojnamevanên ajansa me
Hevserokatiya Yekitiya Ragihandina Azad bi minasebeta Roja Çapemeniya Kurd, du rojnamevanên Ajansa me bi cesaret û teqdîrê xelat kirin.
Navenda Nûçeyan – Bi minasebeta Roja Çapemeniya Kurdî ku dikeve 22'ê Nîsanê, Yekitiya Ragihandina Azad, xelata cesaret û reqdîrê ku ji birîndaran re û ji malbatên şehîdan re tê dayîn, xelata şehîd Mezlûm Bagok a ji bo kedê, da gelek rojnamegerên jin û mêr.
Di nav kesên ku xelat wergirtine nûçegihanên ajansa me Bîrcan Yildiz, Rojbîn Ekîn ên ku di sala 2019'an de di dema şopandina êrîşên Tirkiyeyê li ser bajarê Serêkaniyê û Girê Spî, birîndar bibûn jî hene.
Malva Mihemed û Jiyan Şêxo li ser navê her du rojnamevanan xelat girtin her wiha ji ber rewşa koronayê û qedaxeya çûnhatinê ya ku li ser bajarê Hesekê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye, dayîna xelatan bi derenegî ket.
Di 9'ê Çotmeha 2019'an de her du rojnamevanên me di encama bombebarana hovane ya li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî de ku ji hêla Tirkiyeyê ve hatibû destpêkirin, birîndar bibûn.
Yekitiya Ragihandina Azad, di sala 2012'an de hatiye damezrandin, her sal hejmarek rojnamevanan bi xelatkirina şehîd Mezlûm Bagok ku yekem rojnamevan e li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di dema şopandina şerê li dijî çeteyê DAIŞ'ê di sala 2014'an de şehîd ketiye, li dar dixe.