Yekitiya Jinên Yemenê jî beşdarî kampanyaya 16 rojan bû
Yekitiya Jinên Yemenê, şaxa Ebînê, bi amadekirina çalakiyên cur bi cur, bi dersên hişyarî, panel, çalakî û bernameyan, beşdarî kampanyaya 16 rojan a cîhanê ku li dijî tundiya li ser jinan di 25'ê Mijdarê de dest pê kir, bû.
NOOR SURİB
Yemen- Beşdarên vekirina çalakiyên Yekitiya Jinên Yemenê, şaxê Ebînê, di çarçoveya çalakiyên kampanyaya cîhanî ya dijî tundiya li ser jinan de, bi beşdariya komek ji jinên parêzvan û kesayetiyên civakî, teqezî li ser pêwîstiya piştevaniya desthilatdariya herêmî ya li parêzgehê ji bo jinan, parastina mafên wan û têkoşîna li dijî her cure tundiya li ser jinan kirin.
Sekretera Giştî ya Yekitiya Jinên Yemenê li parêzgeha Ebînê Edîla Ehmed El-Xidir têkildarî kampanyayê ji ajansa me re axivî û wiha got: "Her sal kampanyayek cîhanî ya redkirina tundiya li ser jinan tê destpêkirin ku di 25'ê Mijdarê de dest pê dike û di 10'ê Kanûnê de bi dawî dibe. Em wekî Yekitiya Jinên Yemenê, li dijî tundiyê ne û her tiştê ku em bikaribin bikin ji bo kêmkirina tundiyê û gihandina alîkariyê ji bo jinên rastî tundiyê tên, em ê bikin.”
Di nava çalakiyên van rojan de bazara nîşandana berhemên jinan jî heye
Der barê bernameya xebatên federasyonê de jî Edîla wiha axivî: "Beşdariya me di vê kampanyayê de dê bi çalakiyên cur be cur ên kampanyayê pêk were. Di nav wan de dersên hişyariyê û merasîmek hevdem li gel roja serxwebûna neteweyî ya ku di 30'ê Mijdarê de ye û gotûbêjên panelê û her wiha em ê çend posterên hişyariyê jî belav bikin. Wekî din, çalakî û bernameyên me hene ku dê di van rojan de werin pêşkêşkirin. Di nav de bazarek ji bo nîşandana berhemên jinên ku rastî tundiyê hatine yên ku ji projeyên jiyanê sûd werdigirin li cihê ewle ji bo jin û keçan ku me bi fînansekirina nifûsa Neteweyên Yekbûyî pêk anî.
Yekîtiya Jinên Yemenê bi hemû şaxên xwe yek ji rêxistinên sivîl ên çalak e ku alîkariyên qanûnî, piştevaniya derûnî û stargehê pêşkêşî jinên ku rastî tundûtûjiya hatine li Yemenê dike.