Yekîtiya Jinên Tûnisê doz li parlamenter Mihemed El-efas vekir
Yekîtiya Jinên Tûnisê di derbarê parlementerê bi navê Mihemed El-efas ê ku tund û tujî li hemberî jinan kirî doz vekirin.
Navenda Nûçeyan - Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Tûnisê, komek çalakvanên civaka sivîl û hejmarek ji nûnerên bajêr, 8'ê çile roja înê, giliyê parlamenterê Tûnisî Mihemed El-efas li Serdozgeriya Komarê kirin. Jinên ku gilînameya xwe bi nivîskî jî dan, xwestin vekolînek di derbarê nîqaşên wi yên ser Wezareta Jinan a di roja parkirina butçeyan de bê kirin.
Li gorî agahiyên di çapemeniyê de hatine weşandin tê dîtin ku El-efas gotinên zayendperest ên weke “ew”, “wan” “jinên me” û “jinên wan” kiriye. Di xala 58’an a zagona sala 2017’an ketî meriyetê de kesên heqaret û destdirêjiyê bikin hewceye bên cezakirin.
Yekîtiya Jinên Tûnisî gotinên El-efas bi gotinên 'ne normal bû' terîf kirin û gotin: "Em dixwazin bi riya gilînameyê nûnerên gel û karbidestên din fêhm bikin ku bê zanîn nûnerên civaka sivîl çavdêriya wan dike, da ku rêzê ji qanûnê re bigirin û destdirêjiya li ser jinên Tûnisî rawestînin. Ji bo ku dev ji gotina nefretê û bêcezatiyê berdin."