Yekitiya Jinên Kurdistanê 50 karton alîkarî pêşkêşî Kampanya Hana kir
Li herêma Kurdistanê kampanayên komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê didome. Yekitiya jinên Kurdistanê 50 kartonên pêdawistiyan pêşkêşî kampanya Hana kirin.
Silêmanî – Di roja çaremîn de li bajarê Silêmaniyê kampanya Hana ya ji bo komkirina alîkariyan ji bo mexdûrên erdeheja Bakûr û Rojavayê Kurdistanê berdewam dike. Yekitiya Jinên Kurdistanê 50 kartonên alîkariyê ku piranî ji derman û pêdawistiyên tendirûstî pêktê, pêşkêşî kampanyayê kir.
Endama Yekitiya Jinên Kurdistanê Kinêr Abdullah bi daxuyaniyek ya çapemeniyê piştivaniya xwe ji bo mexdûrên erdheja li Bakûr û Rojavayê Kurdistanê diyar kir û got: “Em weke Yekitiya jinên Kurdistanê destpêkê sersaxiyê ji qûrbaniyê erdheja 6’ê Sibatê re dixwazin û şifaya xêrê ji birîndaran re dixwazin. Em piştevaniya xwe ya ji bo mexdûrên erdehejê re tînin ziman. Em jî bi erkê xwe yê welatparêz ji bo mirovatiyê alîkariyê dikin. Me jî qasî ku ji destê me hat, pêdawsitiyên jinan, zarokan, xwarin û pêdawistiyên bijîjkî dabîn kir û ji bo alîkariyê dişînin ji mexdurên erdhejê re.”
Endama yekitiya Jinan Lanya Elî derbarê komkirina alîkariya Yekitiya jinên Kurdistanê de wiha got: “Me îro alîkarî aniye kampanya Hana. Di bûyerên wisa de pêwîstî bi alîkariya xelkê parçeyên din yên Kurdistanê hene, weke hemû caran jin pêşengtiya çawaniya kampanyayê û alîkariyê dikin.”