Yekîtiya Jinên Elewî: Em ê li dijî her cure înkarê têbikoşin

Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) diyar kir ku ew ê bi jinên Êzidî û Afgan re bibin yek û got, "Em ê li dijî her cure tune hesibandin, înkar, asîmîlasyon ê têbikoşin."

Navenda Nûçeyan- Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk (DAKB) bi boneya salvegera komkujiya 3’ê Tebaxê ya li ser Şengalê û salvegera 15’ê Tebaxê ya desteserkirina Talîbanê ya li Afganîstanê daxuyaniyek da.

'Em ê li dijî her cure tune hesibandinê têbikoşin'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Li her cihê ku gelê Kurd îro lê dijî, hîna jî jin, zarok û ciwan tên qetilkirin, tên revandin, îdamkirin, suîkastkirin, zindankirin û îşkencekirin." Serokomar Recep Tayyîp Erdogan ê ku dema zulma Talîbanê hat ser hukim li qesra zulmê ya li Tirkiyeyê rûniştibû, ji bo hikûmeta Talîbanê bi gotina 'Her wiha ferqeke zêde di navbera me de tune ye’ nîşan da ku çawa dixwazin Tirkiye di warê azadî, bawerî û jinan de bikin Afganistan..

Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew li cem jin, zarok, bawerî û gelên ku li Afganîstanê li dijî rejîma Talîbanê hatine çewisandin û li hember rejîma AKP-MHP’ê rawestin in:

“Gel û jinên ji baweriya Elewî jî rastî êrîşan tên. Em ê li dijî her cure tüne hesibandin, înkar û asîmîlasyonê têbikoşin. Em weke FEDA û Yekîtiya Jinên Elewî yên Demokratîk diyar dikin ku em di têkoşîna jin û gelên ku bi gotina 'Jin jiyan azadî' li dijî her cure desthilatdarî, mêtîngerî, tundî û înkarê têdikoşin de ne û sûcên li dijî xweza, qetlîama jinan mirovahiyê nalet dikin.”