Yekîtiya Jinên Ciwan li hemberî êrîşên ser Başûrê Kurdistanê meşiyan
Li dijî êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê, Yekîtiya Jinên Ciwan li bajarê Qamişlo meşekê lidarxistin.
Qamişlo – Ji 23’ê Nîsanê û heta vê rojê, dewleta tirk bi çekên giran bê navber êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike.Her wiha bi hezaran şêniyên Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê bi rengekî rojane li hemberî êrîşan bertekên xwe bi çalakiyên cuda nîşan didin. Yekîtiya Jinên Ciwan a bajarê Qamişlo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi dirûşma "Ji bo tola salan têk bibin dagirkeran" bi meşekê êrîş şermezar kirin. Meş ji çarxereya Sonî ya baza mezin despêkir û li çarxereya şehîdan vehguherî mîtingê. Her wiha bi dehan şêniyên bajêr û saziyên civaka sivîl, Kongreya Star beşdarî nava meşê bûn. Di nava meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekîtiya Jinên Ciwan û Kongreya Star hatin hildan. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoreiyên azadiyê, daxuyanî hat xwendin.
Daxuyaniya ku ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Ciwan Macîda Eyo ve hate xwendin wiha bû: "Di sedsala ku em têde jiyan dikin di asta herî jor de, dewletên kapîtalîst li dijî îradeya gelan pîlanên xwe yên qirkirinê bi hemû awayî didin meşandin û dixwazin qirkirin û mêtîngeriyê bikin qedera gelan ê bi wan bidin qebûlkirin. Lê ev yek tucar ji aliyê jinê ve nehatiye qebûlkirin û her tim li dijberî wî jin nav têkoşîn û serhildanê de ye. Gelê me jî di çiyayên xwe de, şaxên xwe yê têkoşînê berdewam dikin û çiya tim û tim ji bo gelê xwe qala serkeftinê ye ji ber wê jî dijimin bi zanebûnek dîrokî ve ji bo tunekirina gelê me bi talankirina çiya dest pê dike. Lê zarokên vî welatî ji bo azadiyê û tola salan, ji Heftanîn heta Zap, Avaşîn, Metîna, Xakurkê û Garê bi pêşengtiya YJA-STAR wê dijmin têk bibin, xewnên wan ên bi tirs wê jinên ciwan û gelê welatparêz bi gerîla re bibin yek û her yek wê bibe parek ji serkeftinê. Em bi dil rehetî dibên ku em ser dikevin. Werin bi hev re di dîlana serkeftinê de, dengê qîrîna azadiyê bilind bikin."
Endama Saziya Malbatên Şehîdan Fadiya Silêman ku beşdarî meşê bûye helwestê xwe wiha parve kir: "Ji vir heya çiya, silavê min ji gerîla re hene. Ev meş, meşa ciwana ye û em jî dayikên wane û piştgiriya ciwanê xwe dikin û baweriya me bi wan heye. Em hêzê didin ciwanê xwe. Ev şerê ku tê kirin li dijî kurdan em şermezar dikin. Bila dewleta tirk baş bizanibe ku em li pey şopa Gerîlayê xwe ne. Bila baş bizanin ku em li pey doza xwe venagerin û em bi hêvîne ku çi kurdek li cîhanê hebe xwedî wijdan be û bê deng nemîne li ser van kiryaran."
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana gerîla" bi dawî bû.