Yekitiya Jinên Ciwan dest bi kampanyayek nû kir
Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, kampanyaya "Jin, jiyan, azadî, serbixwe azadî" bi mihrîcanekê ragihand. Jinên ciwan teqez kirin ku ew ê bi riya hemleya nû, li dijî tevahî cureyên tundiyê têbikoşin û azadiyê misoger bikin.
Kobanê – Yekitiya Jinên Ciwan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê duh li kantona Kobanê dest bi kampanyayeke nû ya di bin navê "Jin, jiyan, azadî, serbixwe azadî" kirin. Kampanya bi riya mihrîcaneke ku di nav de jinên ciwan û ciwanên ji herêmên Reqa, Tebqa, Minbic, Sirîn û herêma Cizîrê beşdar bûn, hat destpêkirin.
Mihrîcana ku li qada Jina Azad hat lidarxistin, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Piştre berdevka koordînasyona Yekitiya Jinên Ciwan Jînda Yusif axivî û wiha got:
“Çawa ku her dem bihar xwe nû dike û dixemilîne, me jî weke Yekitiya Jinên Ciwan di vê biharê de ji bo azadiyê, dest bi hemleya "Jin, jiyan, azadî, serbixwe azadî" kir. Hemleya me li dijî tevahî cureyên tundî, qetilkirin, destdirêjî, lêdan û kedxwariya heyî ye. Li ser vê bingehê, peyama me ya ji bo jinên ciwan ew e ku bi rihê berpirsyariya demê tevli hemleya me bibin. Bi vê vîn û kombûnê, em ê rêxistinbûna xwe bi hêz bikin û çalakiyên xwe birêve bibin. Me li hemberî êrîşên ku vîna jinan biçûk dikin û nas nakin, serî hildaye. Lê em ê vî şerî û têkoşînê berdewam bikin heta bigihîjin azadiyê."
Her wiha ji pêkhateya Ereb endama Yekitiya Jinên Ciwan a bajarê Minbicê Mûtiya Mihemed jî wiha axivî: "Şoreşa ku me dest pê kir, bi pêşengiya jinan e. Ji lewre yên ku vê şoreşê bi ser bixin, dîsa jin in. Ji ber vê kombûna me weke jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, hêz û daxwaza me ya azadî û serekftinê teqez dike. Em ê vê yekê jî bi riya vê kampanyayê misoger bikin."
‘Em ê xwedî li feslefeya azadiyê derkevin’
Berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Firyal Temî têkildarî kampanyaya nû wiha axivî: "Îro em weke jinên ciwan bi deng, reng û çanda xwe li bajarê Kobanê ku yek ji sembolên berxwedana jinan e, kom bûne. Wekî tê zanîn, dirûşma "Jin, jiyan, azad" bi serhildana jinên Rojhilatê Kurdistanê berfireh bû. Ji ber vê erka me jinên ciwan ew e ku em jî xwedî li vê felsefeyê derkevin, biparêzin û mezintir bikin. Li ser vê bingehê, ji Kobanê heta Rojhilatê Kurdistanê silavên me hene û em dibêjin ku em li pişta we ne heta ku em azadiyê bi hev re bi dest bixin."
Piştre bi bernameya hunerî domiya, gelek kom û hunermendan stranên cur be cur gotin û ciwanan govend li ber gerandin.
Mihrîcan bi dirûşmên "Jin, jiyan, azadî" û teqezkirina serkeftinê bi dawî bû.