Yekitiya Jinên Ciwan dest bi çalakiya konvedanê kir
Yekitiya Jinên Ciwan ya kantona Kobanê bi dirûşma "Dem dema azadiyê ye", konê çalakiyan li qada şehîd Egîd vekir. Jinên ku beşdarî konê çalakiyan bûne wiha nêrînên xwe anîn ziman û gotin: "Ev hemle dê bibe sedem ku em azadiya fizîkî ya Rêber Apo bi dest bixin, em ê di nava çalakiyan de bin heya dawiyê."
Kobanê-Hemleya "Dem dema azadiyê ye", di 23'ê Nîsanê de dest pê kir, hemle ji asta her çar parçeyên Kurdistanê derbasî asta cîhanî bû. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dest bixin. Careke din şêniyên Bakur Rojhilatê Sûriyeyê-Rojava ji nû ve dest bi hemleya azadiyê kirin. Di vê çarçoveyê de Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Kobanê, dest bi çalakiya konvedanê kir. Kon li qada şehîd Egîd hat vedan, kon bi wêneyên Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên Yekitiya Jinên Ciwan hat xemilandin. Tê payîn ku dê konê çalakiyan sê rojan bidome. Di hersê rojan de jî dê sazî û dezgeh nobeta konê çalakiyan bikin, ji seat 09:00 dest pê dike û 03:00 bi dawî dibe. Di konê de dê çalakiyên cur be cur bên lidarxistin. Dengê Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan, semîner û sînevîzyon der barê komploya navdewletî de dê werin nîşandan. Di roja yekemîn de navçeya Şêranê û Çelebî nobeta konê dewr girtin û saziyên ku wê serdana konê bikin jî Kongreya Star, Hêzên parastinê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Şaredarî, beldeya Til Xezal, beldeya Taşlog, Meclisa Malbatên Şehîdan, Tevgera Ciwanên Şoreşger, Komîn û Meclis in.
Konê çalakiyê bi deqeyek rêz girtinê dest pê kir, paşê axaftin ji aliyê Kongreya Star Endama Koordînasyona Kongera Star a herêma Firatê Macîde Hesun ve hat kirin.
"Bi çalakiyên jinên ciwan em ê azadiya Rêber Apo bi dest bixin"
Macîde da zanîn ku azadiya Rêber Apo divê bi awayekî demildest pêk were û wiha bi lêv kir: "Roj bi roj tecrîd li ser rêberê me zêdetir dibe, li hemberî vê divê em asta çalakiyên xwe xurtir bikin û azadiya Rêber Apo bi dest bixin. Li hemberî komploya navdewletî ya li ser Rêber Apo û gelên Rojhilata Navîn hatiye meşandin divê em jî wê komployê bi bin bixin û nehêlin ku ev komplo careke din xwe nû bike. Faşîzma AKP-MHP'ê hewl dide bi riya tecrîdê re gelê Kurd tevahî li ser rûyê cîhanê tune bike. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo çareseriya tevahî aloziyan e û em wek mifteya çareseriyê dibînin. Ev çalakiya me dê bibe peyam ji tevahî dewletên komploger re."
Paşê daxuyanî ji aliyê Endama Yekitiya Jinên Ciwan Behiyê Ehmed ve hat xwendin.
Daxuyanî wiha ye:
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Em wek gelê Kurd bi hezaran sal e di bin fermanên qirkirin, kuştin û mirinê re derbas dibin. Bi hezaran sal e şûrê destên neyaran ji ser gelê me ranebûye. Gelê me li hemberî neheqiyên neyarên xwe di dîrokê de û îro serî netewandiye. Bi sedan qehreman û pêşengên gelê me derketin pêşberî dîrokê, li hemberî hemû kiryarên wan û neheqiyan hesab ji neyar û xayînan pirsîn. Lê di dîrokê de bi sedan pêşengên me bi destên wan neyar û xayînan hatin kuştin. Bi riya komployê û planan pêşengên me xistin zindanan û darvekirin. Îroj li ber çavên cîhana bêbext hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, plan û komplo di dewrê de ye. Rêber Apo 22 sal in di zindana Îmraliyê de girtî ye. Dewleta tirk a dagirker pergala tecrîd û îşkenceyê li ser Rêber Apo her ku diçe girantir dike."
Daxuyanî bi dirûşmên "Bijî Serok Apo" , "Bimre dagirkerî", bi dawî bû.
Jinên ku beşdarî konê çalakiyan bûne jî nêrîn û helwestên xwe der barê hemleya dem dema azadiyê de anîn ziman.
"Em nahêlin pergala AKP-MHP'ê bi ser bikeve"
Endama Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Firatê Newroz Bozan bal kişand ser çalakiyê û wiha pêde çû: "Em ê sê rojan kon vedin, ji bo em azadiya rêberê xwe bi dest bixin, me kon veda. Em ê tenê bi vê çalakiyê bi sînor nemînin her wiha piştî vê çalakiyê dê hin çalakiyên me yên din jî hebin. Em ê wek bersivek bidin dijminê gelê Kurd divê em asta têkoşîn û çalakiyan bilindtir bikin û xwedî li felsefeya rêberê xwe derkevin. Dewleta tirk û hevkarên wî bi plan û siyasetê dixwaze me bi bin bixe lê em jî di wê zanebûnê de ne, êdî dem hatiye ku em xwe azad hîs bikin. Wek jinên li herêmê dijîn divê em vê pergala AKP-MHP'ê hilweşînin û li şûna wê projeyên neteweya demokratîk pêk bînin û li ser wê pergala xwe bidomînin."
"Ji bo azadî û wekheviyê em ê li ser piyan bin"
Her wiha Medîne Seyid Ehmed yek ji kesên beşdarvan e di axaftina xwe de teqez kir ku heya dawiyê ew ê li ser piyan bin û wiha domand: “Wekî dayikên ji Kobanê em ê her tim di nava liv û tevgerê de bin. Heya ku em agahiyek ji rêberê xwe negirin em ranewestin. Êdî me dest bi hemleya azadiyê fizîkî ya Rêberê xwe kiriye, her kesî/ê cihê xwe di nava vê hemleyê de girtiye, em jî wek dayik cihê xwe di nava wan de digrin. Bi van çalakiyan em nasekinin, çi ji me bê xwestin em amade ne ji bo rêberê xwe şer bikin an jî asta têkoşînê bilind bikin."