Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Ekîto pîroz kir

Yekîtiya Jinên Êzidî bi wesîleya Cejna Ekîto peyamek weşand û ev cejn li gelên Suryan, Aşûr û Kildanî pîroz kir.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Jinên Êzidî ya Rojavayê Kurdistanê bi boneya Cejna Ekîto (sersala Aşûrî ya di 1'ê Nîsanê de) peyama pîrozbahiyê weşand.

Di peyamê de Cejna Ekîto li hemû gelên ku wê pîroz dikin, hat pîrozkirin û wiha hat gotin: “Ji Cejna Newrozê heta Cejna Remezanê û Cejna Ekîto bi xwişk-biratiya ol û neteweyên li ser pîroz dikin.”