Yekitiya Ekolojîk: Bêrêziyê li îradeya gelê Wanê nekin

Rêxistinên Ekolojiyê bertek nîşanî “kemîna siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan ku weke hevşaredarê bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin hatiye danîn dan û bang li partiyên muxalefetê û raya giştî ya demokratîk kirin ku piştgirî bidin gelê Wanê.

Navenda Nûçeyan- Rêxistinên ekolojiyê yên ku li herêmên cuda yên Tirkiyeyê xebatan dide meşandin di bin banê Yekitiya Ekolojiyê de xwe bi rêxistin dikin. Yekitiya Ekolojiyê bi daxuyaniyekê li dijî  “kemîna siyasî” ya li dijî Abdullah Zeydan ku ji bo hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê hat hilbijartin bertek nîşan dan.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku bi îradeya gelê Wanê Abdullah Zeydan hatiye hibijartin hevserokatiya wî bi awayekî derveyî hiqûqê hatiye xespkirin dayîna mazbataya wî ji bo namzedê AKP’ê nayê qebûlkirin û wiha hat gotin: “Venêrînên tundiyê û walîtiyên rewşa awarte û polîtîkayên xespkirinê, weke qeyûm berdewam dikin. Polîtîkayên qeyûm ên wek netew dewlet, yekparêzî, xespkirin û asîmîlasyonê li dijî gelê Kurd tên domandin. Ev polîtîka beriya niha jî hatin sepandin û nehatin qebûlkirin, gel bertek nîşan da û di hilbijarinên herêmî yên 31’ê Adarê de bi ferqeke mezin namzedên xwe hilbijart.”

Bang li civakê hat kirin

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Divê demildest dest ji ji xesbkirina îradeya gel were berdan. Divê demildest mazbataya Abdullah Zeydan hevşardarê Bajarê Mezin ê Wanê ku bi ferqa zêde ya dengan, bi îradeya gel qezenc kir, bê dayîn û dest bi erka xwe bike. 

Em hemû partiyên siyasî yên muxalefetê, rêxistinên demokratîk ên gel û raya giştî vedixwînin ku li hemberî polîtîkayên qeyûman derkevin û li demokrasiyê xwedî derbikevin.”