Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê bi boneya piştevaniya Şengalê konê rumetê vedan

Bi pêşengtiya Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn Bakur û rojhilatê Sûriyeyê çalakiya konê rumetê ji bo şermezarkirina êrîşên li ser Şengalê îro hate li dar xistin.

Şehba - Bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê li ser Şengalê, Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrîn Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê li qada navçeya Ehrez a kantona Şehbayê konê rumetê vedan. Qada çalakiyê bi wêneyên pakrewanên ku di encama topbarana dewleta Tirk li Şengalê şehîd ketine û alên Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê hatiye xemilandin. Di roja yekem a çalakiya bi deqeyek rêzgirtinê despêkir de sazî û meclîsa navçeya Fafîn a kantona Şehbayê, endamên Yekîtiya Êzîdiyan a herêma Efrînê beşdar bûn.
"Bêdengiya PDK'ê hevkariya dewleta tirk dike"
Rêvebera Yekîtiya Jinên Êzîdî ya herêma Efrînê Ayşe Sîdo dagirkerî û qirkirina ser Êzîdiyan şermezarkir û got: "Me dest bi çalakiya ji bo piştgiriya Şengalê kiriye. Şengal her û her di qirkirin û fermanan re derbas dibe. Tiştê ku DAIŞ nikarîbû di Şengalê de pêk bîne îro dewleta Tirk berdewamiya wê dike û careke din Şengal xist hedefê. Xweserbûn û rêxistina Şengalê ne li gor berjiwendiyên dewleta tirk bû loma êrîşî Şengalê dike. Di bin alên hikumeta Iraqê de dewleta tirk bi balafirên xwe êrîş dike, bêdengiya PDK'ê hevkariya dewleta tirk e. Pêşengên rêxistina Şengalê hedef digire ta ku îrade û hebûna Êzîdiyan tune bike, lê dewleta Tirk bi vê yekê tu carî naghê armancên xwe û Êzîdî her tim hêzê ji pakrewanên xwe digire."
Çalakiya Yekîtiya Êzîdiyên a herêma Efrînê ya konê rumetê wê 3 rojan dewam bike.