Yekîtiya Êzîdiyê Herêma Efrînê bi boneya piştevaniya Şengalê meşiyan
Yekîtiya Êzîdiyê herêma Efrînê li hemberî hewildanên êrîşê yên van roja li ser Şengalê tên kirin meşiyan û piştevaniya xwe nîşandan.
Şehba- Yekîtiya Êzîdiyên Efrînê li Til Rifetê ji bo şermezarkirina êrîş û gefên PDK'ê yên li ser Şengalê ku bi armanca dagirkirina Şengalê dixwaze derbasî wan deveran bibe, li darxistin. Di meşê de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û Yekîtiya Êzîdiyan amade bûn. Meş ji çarxereya bajaroka Til Rifetê heya dewara zarokan berdewam kir.
Ji jinên tevlî meşê bûn Meryem Cindo got: "Îro hemû sazî û dezgeh bi coşeke mezin tevilî vê meşê bûne ji bo em piştgiriya miletê Şengalê bikin. PDK dixwaze carekî din cihê xwe di Şengalê de bigire. Di sala 2014'an de şerê ku di Şengalê de bûye PDK'ê destê xwe wê demê ji Şengalê berda ji ber vê yekê jî em tu carî qebûl nakin ku rêxistinên ji derveyî Şengal derbasî wê deverê bibe. Gelên Êzîdî di gelek fermanan re derbas bûne, lê tu kes nikare îradeya wan bişkîne. Banga me ji saziyên mafê mirovan re hene ku çareseriyeke ji vê pirsgirêkê re bibîne."
Rêveberiya Yekîtiya jinên Êzidiyên Rojava Filê Şekiro jî vegot: "Her tim Şangalê hedef digirin, ji bo wê jî me meşek ji bo vê bûyerê li dar didixin. Em weke gelên Şengalê tu carî dest ji Şengala xwe bernadin û serê xwe ji dijimin re natewînin. Em ê heya kêliya dawî li ber xwe bidin û çi ji me were xwastin em amade ne."
Meş bi dirûşmeya "Bijî berxwedana Şengalê" bi dawî bû.