Yekîneya Jinên NY: Di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin
Yekîneya Jinên Netewên Yekbûyî, di daxuyaniya dayî de diyarkir ku mafê jiyanê yê jinan hatiye binpêkirin, da zanîn ku di sala 2023’an de 51 hezar û 100 jin bi tundiya mêr hatine qetilkirin û tundiya şer zêde bûye.
Navenda Nûçeyan- Yekîneya Jinên Netewên Yekbûyî bi nêzbûna 25’ê mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê, raporek di 18’ê Mijdarê de weşand û di raporê de hate diyarkirin ku di sala 2023’an de 51 hezar û 100 jin hatine qetilkirin, ev jî tê wê wateyê ku di her 10 deqeyan de jinek tê qetilkirin.
Di raporê de îşaret bi wê yekê hate kirin ku li ser diyarkirina roja 25’ê Mijdarê weke Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinê re, 25 sal derbas bûye, hate ragihandin ku di sala 2023’an de li giştî cîhanê, ji sêyan yekê jinan di jiyana xwe de rastî tundiya fîzîkî yan jî zayendî tên.
Di raporê de hate destnîşan kirin ku ji zêdeyî nivê jinên hatin qetilkirin, ji aliyê endamên malbatê, yan jî mêrê pêre zewicîn re, yan jî mêre hevalê wan ve hatine qetilkirin, hate diyarkirin ku tundiya li dijî jinan tenê bi malê ve sînordar nîne, jin ji derveyî malê jî ne di ewlehiyê dene, bi taybet jinên siyasetmedar, parêzvanên mafê mirovan, rojnamevan, hînek ji bûyerên ku bi mirinê encam dibin dijîn.
Yekîneya Jinên NY di raporê de hişyarkir ku li herêmên şer tundiya li dijî jinan zêde bûye û fikarên div ê mijarê de ewe ku li herêmên ku şer û pefçûn lê tên jiyîn tundî belav bibe ye. NY da zanîn ku sala 2023’an li gora salên din tundiya zayendî ji sedan 50 zêde bûye.