Yekemîn Kongreya Meclîa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Yekemîn Kongreya Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku li bajarê Qamişlo – Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê hatibû li dar xistin, bi hilbijartin û biryaran bi dawî bû.

Qamişlo – Bi dirûşmeya "Şoreşa jinê misogreya civakeke demokrstîk û azad e" Meclîsa jin a Bakûr û Rojhilatê Sûriyê yekemîn Kongreya xwe bi tevlîbûna 200 delegeyî û mêvan ji tevahî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Qamişlo li dar xistin û bi bîryar û hilbijartinan bi dawî bû. Piştî axaftinan rapora du salan a kar û xebatê Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate xweindin. Her wiha li ser rêzikname hate guftogohkirin. Her wiha pirensipên têkildarî zagonên jin hatin niqaş kirin û nirxandin li ser hatin kirin. Paşê 21 kes ji bo Koordînayona Meclîsa Jin a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate hilbijartin. Kongre bi bîryarên girîng bi dawî bû.
Biryar wiha ne:
Li darxistina konferansek ji bo niqaş kirina rewşa jinan li heremên dagirkirî û têkiliyên bi hemû rêxistinên jin li Sûriyeyê
Li dar xistina komcivînana ji bo pêşxistina jinan di aliyê siyasî de.
Alîkariya jinan di aliyê aborî de û li dar xistina komxebat di derbarê aborî de. 
Perwerdekirina jin û civakê, ji bo rê li pêşiya şerê taybet li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê were sekinandin.