Yekemîn konferansa parêznameyên Ocalan li Kobanê dest pê kir

Li bajarê Kobanê yê kantona Firatê yekemîn konferansa parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat destpêkirin. Di konferansê de li ser gelek mijaran nirxandin tên kirin.

Kobanê- Komîteya azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan û Akademiyên Civaka Demokratîk yekemîn konferansa parêznameyan di bin dirûşma “Bi xwendin, famkirin û pêkanîna parêznameyan em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li bajarê Kobanê yê kantona Firatê li dar xist.

Di konferansa ku li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido tê lidarixstin de bi sedan kesên ji malbatên şehîdan, hiqûqnas, siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvanên mafên jinan, ekeolojîst, mamoste, bijîşk, ciwan û jin amade bûn.

Konferansê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre belgefîlmek li ser danasîn, têkoşîn û jiyana Ocalan hat pêşkêşkirin û nirxandinên Omer Ocalan ên li ser rewşa dawî ya li Îmraliyê û êrîşên li ser bîrdoziya wî hat nîşandan.

Omer Ocalan di destpêkê de rewşa Abdullah Ocalan bi van gotinan anî ziman: “Ev zêdetirî 26 sal in ku birêz Ocalan hatiye girtin û ev nêzî 4 sal in agahî jê nayê girtin ku astengî li hemberî hevdîtinên bi malbat û parêzeran re heye. Mafê wî heye ku bi parêzer û malbatê re hevdîtinê pêk bîne ku ev mafekî qanûnî yê cîhanî ye lê mixabin ji bo birêz Ocalan tu zagon jî nayên pêkanîn, berovajî li ser fizîka wî hemû îşkence tên meşandin.”

‘Di şerê cîhanê yê sêyemîn de em xwe ji mekanîzmayên dewletê rizgar dikin’

Omer Ocalan da diyarkirin ku Rojhilata Navîn a malovanî ji mirovahiyê re kiriye, niha bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn û wiha hat gotin: “Ev zêdetirî 100 salan li Kurdistan û Rojhilatan Navîn ji aliyê pergala netewdewletê ve pergaleke qirkirin û tunekirinê tê meşandin. Heta niha jî gelên Rojhilata Navîn li hemberî vê yekê serî rankekirine û heta pejirandine. Jixwe ev pirsgirêk û nakokî ji aliyê rêberê me ve hatiye tesbîtkirin lê di vir de gelo em ê çareseriyê çawa misoger bikin. Hêzên hegemon jî aloziyên li Rojhilta Navîn bi pêş dixin û gelan bi hev dixin. Li ser erdîngariya ku şaristanî û mirovahî lê bi pêş ket, em dibînin kaos û alozî xwe didin der ku Rojhilata Navîn bûye navenda şerê cîhanê yê sêyemîn. Di vî warî de çavên her kesê li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê ye, her kes meraq dike gelo ew pêkhate çawa dikarin bi hev re bijîn û pergaleke xwe ya ji makanîzmaya dewletê qut birêxistin bikin.”

‘Em ê pergala neteweya demokratîk li şûna netew-dewletê hilbijêrin’

Herî dawî Omer Ocalan wiha got: “Nabe ku erdnîgariya me li ser bingeha tek netew, al, ziman û nasnameyê were avakirin, nabe ku pêkhateyek li ser tunekirina gelekî din hebûna xwe dewam bike. Axa me dewlemend e ku divê em vê yekê veguherînin çavkaniya avakirina serdema aştî û demokrasiyê. Gelek destkefiyên me hene û di heman demê de jî xeteriyên dijwar jî xwe didin der. Tecrîda li ser Rêber Apo ne tenê ji aliyê dewleta Tirk ve tê kirin, ji aliyê gelek hêzên ku qaşo xwe weke parêzvanên mafên mirovan didin nîşandan ve jî pêk tê. Dixwazin tecrîdkirina fizîka wî re raman û bîrdoziya wî tune bikin. Divê em weke pêkhate destên hev bigrin û bibêjin na ji qirkirin û siyaseta tunekirinê re. Em ê siyaseta demokratîk û jiyana hevbeş hilbijêrin. Heta dawiyê em pergala neteweya demokratîk li hemberî pergala netew-dewletê biparêzin û bi pêş bixin. Heta ku li Rojhilata Navîn ev pergal were teyisandin divê em dest ji têkoşîna xwe bernedin û ji pergala xwe bawer bin.”

Paşê konferans bi pêşkêşkirin mijarên pergala Îmraliyê, xweseriya demokratîk û neteweya demokratîk, hevjiyana azad û zanista jineolojîk û ekolojîk birêve çû.

Konferans bi nirxandinan berdewam dike ku dê herî dawî encamnameya konferansê were eşkerekirin.