Yekemîn astronota Erebistana Siûdî bi rê ket

Ekîba ku di nava wan de yekem astronota jin a Erebistana Siûdî jî cih digre, ber bi Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî ve bi rê ket. Astronot Rayyanah Barnawi dê li ser pêşdebirina lêkolîna penceşêra pêsîrê ya Erebistana Siûdî bixebite.

Navenda Nûçeyan – Roketeke SpaceXê, ji bo rêwîtiya xwe ya duyemîn a taybet ber bi Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS) ve hat avêtin. Yekem astronota Erebistana Siûdî Rayyanah Barnawi, bi Alî al-Qarnî re di nava ekîbê de cih girt.

Dê hinek ceribandinan pêk bînin

Du jinên Erebîstana Siûdî roja Yekşemê ji Navenda Fezayê ya Kennedy ya li Cape Canaveral a li eyaleta Florîda ya DYE’ê ye, bi roketek SpaceX Falcon 9 bi rê ketin. Astronotan, ji bo hinek cerîbandinan pêkbînin cara ewil bi erkek taybet diçin Îstasyona Fezayê ya Navneteweyî (ISS).

Dê ji bo pêşdebirina lêkolînên penceşêra pêsîrê bixebite

Ajansa nûçeyan a fermî ya Erebistana Siûdî (SPA) nivîsand ku dê her du astronot li ser "Di hawirdora lêkolînên mirovî, zanistên hucreyê û rakêşa mîkro de tovkirina ewran" 14 ceribandinan pêk bînin. Rayyanah Barnawî ku mirovek zanyar e ku di lêkolîna hucreyên stem ên penceşêrê de bûye pispor, dê li ser pêşdebirina lêkolînên pencşêrê pêsîrê ya Erebistana Siûdî bixebite.

De bi 12 hezar xwendekaran re cerîbandin pêkbînin

Astronotan ku di dema firîna fezayê de li ser rûyê erdê bi 12 hezar xwendekarên Erebistana Siûdî cerîbandina bilindkirina hişmendî kirine pêkbîne, armanc dikin ku nifşê din ê mirovên zanyar û namzetên astronotan re îlhamê bidin.

Mîsyona AX-2 ji hêla astronotê berê yê NASA’yê Peggy Whitson ve tê rêve kirin û dîsa astronotê dirav dide John Shoffner hildigre. SpaceX, di meha Nîsana sala borî de, ji ISS’ê re yekem ekîba astronotan a bi tevahî taybetin avêt û di geştên geştiyariyê yên berbi rêgeha Cîhanê de wekî kevîrek kilometre dihat dîtin.