Yekem jina Siûdî ku serokatiya fedrasyona werzîşê ya Olîmpîk dike
Erîc Mitebeqanî weke yekem jina ku serokatiya federasyona Olîmpiyadê dike, ket dîroka werzîşên Siûdî. Piştî ku wê pêşniyar kir ku bibe seroka federasyona tenîsê.
Navenda Nûçeyan - Civata Giştî ya Federasyona Werzîşa Tenîsê ya Siûdiyê, Erîc Mitebeqanî di 22'ê Sibatê de wekî seroka Federasyona Tenîsê ya Siûdî destnîşan kir. Bi vî rengî kete dîroka werzîşên Siûdî wekî yekemîn jina ku serokatiya federasyona Olîmpîk a pratîkî dike.
Qonaxa yekem a hilbijartinan ji bo rêvebirên federasyonên werzîşê ji bo hilbijartinê 2021-2024, ku tê de 5 federasyon 'Avjenî, karatê, tenîs, tenîsa masê û werzişvanî' hene. Qonaxa dengdana ji dûr ve bi beşdariya nûnerên endamên meclîsên giştî yên ji hêla klûban ve ji bo dengdayînê hatine destnîşan kirin pêk hat.
Lijneya rêveberiya wê di dîroka werzîşa Siûdî de yekem e, ku piraniya jinan tê de cih digirin, ji ber ku lijneya rêveberiya wê 4 jin û du mêr hene.
Erîc Mitebeqanî yekemîn jina Siûdî bû ku di 2016'an de di rêza 15'emîn de cihê Sekretera Giştî ya Werzîşê ya Beşa Jinan girt.
Tê ragihandin ku gava duyemîn a hilbijartinan dê îro 23'ê Sibatê, dema ku pênc serokên federasyonan werin hilbijartin 'Basketbol, voleybol, hendbol, duçerxe û tekwando) biqed e.
Werzîşên Tûnisî li Siûdiyê geş dibin, nemaze di van demên dawî de, ji ber ku beşdariya jinan di çalakiyên werzîşê de li gorî rêjeya Werzareta Werzîşê di pênc salên borî de ji sedî 150 zêde bûye.