Yekem jina Seroka Encumena Bilind a Darayi ya Mexribê Zeyneb Edawî
Di dîroka Mexribê de jina bi navê Zeyneb Edewî bû yekem Seroka Encûmena Bilind a Darayî û di heman demê de di dîroka vî welatî de yekem jine ku berjenga serokatiyê bi destxistî ye.
Navenda Nuçeyan - Bi biryara Şah Mihemedê şeşem 22’ê Adarê Zeyeneb Edewî ya ku çavdêriya beşê yasa ya sala 1979’an de hatiye damezrandin dikir, weke yekem Seroka Encûmena Bilind a Darayî ya Mexribê hat hilbijartin.
Zeyneb Edewî sala 1960’an hatiye dinê û sala 1984’an di aliyê aborê de dibe xwedî dîplome. Di sala 2004’an de bû seroka encumena jimartinê ya herêma Rebat. Niha jî di heman beşê de bû yekem seroka encumena bilind ya darayî.