Yekem jina Efrîqayê di Rêxistina Bazirganiya Cîhanî de cih digre
Wezîra darayî ya berê Nîcîriya Nixozî Okonco Ayoîala, ji bo rêvebirina rêxstina ticarî ya navnetewî hate tayînkirin.
Navenda nûçeyan- Rêxistina bazirganî ya cîhanî ku di Cinêvê de cih digire daxwiyaniyak da û ragihand ku wezîra darayî ya berê Nixozî Okonco Ayoîala dê bibe rêvebera giştî ya rêxistinê.
Rêxistina Bazirganiya Cîhanî ya bingeh li Cenevreyê, di daxuyaniyekê de destnîşankir ku wezîra berê ya darayî Nixozî Okonco Ayoîala, Rêvebera Giştî ya rêxistinê, kir ku ew bibe jina yekem ya Efrîqayê ku ev sitato girtiye.
Nixozî Okonco Ayoîala aborînas û yekemîn jina ku di dîroka Nîjerya de wezareta darayî girt, ku 25 salan di Bankaya Cîhanê de xebitî, dê 1’ê Adarê wezîfeya xwe bigire, heya ku wezîfeya wê ya dikare were nûkirin di 31'ê Tebaxa 2025 de dê bidawî bibe.
Ji Rêxistina Bazirganiya Cîhanî zêdetirî şeş mehan derbas bû ku li ser rêvebirekî giştî yê nû yê rêxistinê li hev bike, 15 deqe piştî vekirina civînek giştî ya girtî ya ku ji bo vê armancê di 15'ê Sibatê de hat li darxistin, ya ku diviyabû ji hêla Konseya Giştî ya Rêxistina Bazirganî ya cîhanî ve di 1 yan 2’ê Adarê de civîn were li dar xistin.
Wê ji Nixozî Ayoîala ya 67 salî were xwestin ku Rêxistina Bazirganî ya Cîhanê ji kirîza wêyî nîv-hebkî derxîne, her wiha divê krîza aborî, krîza baweriya bi piralîparêzî û feydeyên serbest berdana baziraniya cîhanî çareser bike. Ev hemî li dijî nasnavê şerê bazirganî yê di navbera du hêzên aborî yên cîhanê de, Çîn û Dewletên Yekbûyî de ye. Di navbera welatên endam de rolek navbeyînkar bilîze.