Yekem jina Asyayî ji bo şaredariya Bostinê hat hilbijartin
Anissa George endama encûmena bajarê Bostinê û berendama ji bo şarederiyê, xwe ji endamtiya şaredariyê vekişand û Michelle Wu bû şaredar.
Navenda Nûçeyan- Anissa George tevî ku hejmara dengan a zêde bi dest xist jî xwe ji pêşbirka berendamtiya xwe ya şarederiyê paşve kişand û Michelle Wu bû şaredara bajarê Bostinê.
Anissa George ji alîgirên xwe yên ku deng dane wê re wiha got: “Ez pîrozbahiya Mîşêl Wu dikim, yekem jina Asyayê li Amerîkayê ji bo şarederiya Bostinê hat hilbijartin.”
Hêjayê gotinê ye ku Michelle Wu û Anissa George, her du jî ji malbatên koçber in, Malbata Michelle Wu ji Taywanê hat, bavê Anissa George bi eslê xwe Tûnisî ye û diya wê Polendî ye, li kampên koçberiyê li Almanyayê ji dayik bûye.