Yekem Foruma Çandî ya Jinên Filistînî piştî êrîşan hate avakirin
Bajarê Dêr El-Balahê şahidê destpêkirina Foruma Çandî ya Jinên Filistînî bû. Ev yekem rêxistina jinan e ku piştî êrîşa li ser Xezayê ji nû ve tê avakirin. Armanc ew e ku jinan xurt bike, afirîneriya Filistîniyan vejîne û qadeke ewle ji jinan re peyda bike
REFÎF ISLÎM
Filistîn – "Foruma Çandî ya Jinên Filistînî" duh êvarê dest pê kir. Ev yekem civîna çandî ya jinan e ku sê sal piştî êrîşê hatiye lidarxistin. Ew bi hewldanên jinan, ji bo bilindkirina hişyariyê, bihêzkirina jinan a di nava civaka wan de û xurtkirina têkiliyên neteweyî, çandî û rewşenbîrî hatiye pêşxistin. Bi armanca jinûveavakirina pêkhateya mirovî û çandî ya Zîvala Xezayê.
Beşdarên forumê bang li xurtkirina hebûna jinên Filistînî ya di qada çandî de, vejandina derbirîna afirîner a jinan, avakirina piran di navbera jinên li welêt û yên li diyasporayê de û berfirehkirina çalakiyên çandî û perwerdeyî kirin.
'Yekem foruma ku derî li afirîneriyên jinan vedike'
Seroka Foruma Çandî ya Jinên Filistînî Fatên Harb diyar kir ku ev însiyatîf ji bajarê Dêr El-Balah ê li navenda Zîvala Xezayê dest pê kiriye. Ev yekem forum e ku piştî êrîşên ser Xezayê hatiye damezrandin. Ew wek qadeke bi ewle û azad a ji bo afirîneriya jinên Filistînî ya li dûrî zextên derve, xizmetê dike. Fatên dibêje: Forum bi rêya vejandina wan a ji nava wêraniyan, balê dikişîne ser karên afirîner ên jinan. Ev fikir ji rastiya dijwar a ku jin pê re rûbirû ne derketiye holê. Însiyatîfê xwest ku van jinan binirxîne û wan bi destkeftiyên wan ên rewşenbîrî, ji nivîsandin û wênekêşiyê bigire heta stranbêjiyê û hê zêdetir, bîne bîra wan.”
'Jina Xezayî bi konan sînordar nîne'
Endama Çandî ya Jinên Filistînî Ehlam Ebû El-Saûd da zanîn ku ev forum ji bo avakirina pirekê di navbera hemû jinên Filistînî de, hatiye damezrandin. Ehlam wiha got: “Armanca wê ew e ku nîşan bide ku jina Xezeyî ne bi jiyana di konan de an jî koçberiyê tê pênasekirin û ne jî li hemberî metirsiyên ku pê re rûbirû dimîne serê xwe ditewîne. Ew parêzvana nasnameya neteweyî ya Filistînê ye û bi rolên xwe yên wek dayîk, dibistan û mamoste vê çîrokê ji zarokên xwe re vediguhêze. Daxwaza min bi riya vê forumê êvarên çandî yên periyodîk, rûniştinên şêwirmendiyê û bernameyên pêwewndîdanînê bi saziyên çandî re ye.”
'Beşdarî forumê bibin û ramanên xwe bînin ziman'
Ehlam Ebû El-Saûd ragihand ku forum dê ji bo bihêzkirina jina Filistînî ya ku zarokên xwe mezin dike û parêzvana çanda wan e, bixebite û wiha pê de çû: “Her wiha bi rêya pêşxistina kesayetiya Filistînî ji bo pêşengiya civakê, dê di nûavakirina Zîvala wêrankirî de rolekê bilîze. Bang li jin û keçan dikim ku beşdarî forumê bibin û bi ramanên afirîner beşdariyê bikin da ku wê di demeke nêzîk de veguherînin saziyeke hêja û mezin.”
Pêşkêşkirina piştgiriyê
Helbestvan Kîfah El-Huseynî, Komîsera Komîteya Çand û Mobîlasyona Rewşenbîrî ya di nav Desteya Rêberiya Neteweyî û Exlaqî ya parêzgehên başûr de ye. Kîfah, eşkere dike ku ew wek şêwirmend ji bo forumê hatiye hilbijartin. Kîfah hêvî dike ku însiyatîf dê xizmetên çandî yên li gorî jinên Filistînî peyda bike, pêdiviyên ku piştî êrîşa li ser Zîvala Xezayê pir zêde bûne çareser bike. Kîfah destnîşan dike ku ew ê li gorî ezmûna xwe piştgirî pêşkêş bike, ji bo derbaskirina astengiyan û pêkanîna xwesteka xurt a jinan ji bo civînên wiha bixebite.
'Jinên Filistînî bi hêz in'
Çalakvaneke ciwanan û civakê Diyana Siyam da zanîn ku ew beşdarî çalakiyê bûye da ku piştî êrîşên dawî şahidiya vekirina yekem navenda çandî ya bi pêşengiya jinan bike. Armanca Diyana ew e ku nîşanî cîhanê bide ku jinên Filistînî bi hêz in, piştgiriya nîvê din ê civakê dikin û hebûna xwe diyar dikin. Diyana got: Jinên Filistînî ji hêla hêzên Îsraîlê ve û di nav civaka xwe de bi binpêkirinên mafan re rûbirû dimînin, di heman demê de li zehmetiyên jiyana rojane û êşa windakirinê jî tehemûl dikin. Îro jin 'thob' ên kevneşopî li xwe dikin, helbestan dixwînin, reqsa neteweyî 'Dabkê' pêşkêş dikin û stranên gelêrî yên Filistînî distirên ku girêdana wan a bi axa xwe re piştrast dikin.”