yekem astronota Ereb, Nûra El-Metroşî
Yek ji du astronotên Îramaratî Nûra El-Metroşî ya ku weke yekem jina Ereb a astronot wê dest bi xebatê bike.
Yek ji du astronotên Îramaratî Nûra El-Metroşî ya ku weke yekem jina Ereb a astronot wê dest bi xebatê bike.
Navenda Nûçeyan - Serokê dewleta Îmaratê EL-Şêx Mihemed Bin Raşid du astronotên Îmaretî yên nû radigihînin ku di nav wan de astronota Ereb Nûra EL-Metroşî jî heye. Nûra El –Metroşî û Mihemed El Mella di nava 40 hezar serîlêdanan de hatin hilbijartin, dê di demek nêz de perwerdeya wan di nav bernameyên NASA de dest pê bike. Li gorî agahiyan, dê du astronotên nû tevlî yên din Hezza EL-Mensorî û Sultan EL-Niyadî bibin ku bi wê yekê dê tîmekî ji çar kesan pêk were ava bibe, da ku piştgiriya qada lêgerîna fezayê bikin.
Nûra El Metroşî di 1993’an de ji dayik bû ye, bawernameya Bakelorya ya endezyariya mekanîk ji Zanîngeha Îmarat wergirtiye û wek Endizyar di Kampaniya Avakirinên Petrolê ya Netewî de kar dike û Endama Komeleya Emêrîkî ya Endizyarên Makênîkê ye.
Nûra EL-Metroşî di sala 2011 an de li ser asta Îmarat di Olîmpiyada Matematîkê de pileya yekem bidest xist û karibû di Kongira Ciwanan a Neteweyên Yekbûyî de nûneriya ciwanan bike.