'Yekane heviya me vegera Efrînê ye’
Pervan Mehmûd Berxwedana Serdemê ya 58 rojan a li Efrînê nirxand û diyar kir ku xeyala herî mezin a gelên koçber ew e ku rojekê vegerin Efrîna rizgarkirî .
SIBILIA EL IBRAHIM
Minbicê-Şêniyên Efrînê yên ku di Berxwedana Serdemê de li dijî dagirkeriya Tirkiyê dest ji têkoşîna xwe bernedan, tevî bedelên mezin jî rastî her cure êrîşan hatin. Di Berxwedana Serdemê de gelê Efrînê 58 rojan li dijî artêşa teknîkî ya NATO’yê ya herî biçek li ber xwe da û nêzî hezar û 500 bi sivîl û leşkerên xwe ve ji dest dan. Şêniyên Efrînê yên ku ji ber topbara dijwar neçar man welatê xwe biterikînin, li bajarên ku koçber bûne berxwedana xwe didomînin. Şêniyên Efrînê yên ku bi piranî li kampên li Kantona Şehba ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine avakirin, hêviya xwe ya ku rojekê ji rojan vegere ser axa xwe winda nakin.
'Armanca dewleta Tirk dagirkirina Efrînê bû'
Pervan Mehmûd a 27 salî ku ji navçeya Şêrva ya Efrînê ye û piştî êrîşan neçarî koçî Minbicê bûye got:“Ji Çileya 2018’an û vir ve topbarana dewleta Tirk zêde bûye. Hemû mal ji hewayê ve hatin topbarankirin. Armanca Tirkiyê ne tenê ew bû ku nuqteyên leşkerî û şervanên wê derê bike armanc, armanca wî ya sereke ji vê mezintir bû. Dixwest ku axa Efrînê dagir bike û têxe nav axa Tirkiyê. Ji ber topbarana giran me xwest berê xwe bidin çiya û xwe biparêzin. Di bin navê 'Herêma Ewle' de êrîş hatin kirin, lê ev hemû gotinên sexte bûn. Efrîn ne herêmeke ku were parastin bû. Ew der cihekî xwedî ramaneke azad bû.”
'Ji 7 heta 70 salî her kes çek rakir'
Pervan Mehmûd amaje bi wê yekê kir ku piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker Efrîn veguherî maleke terorê û wiha gotinê xwe domand:“Efrîn bi dijwarî hat bombebarankirin lê ji 7 heta 70 salî gel û şervanan 58 rojan li ber xwe dan û ji bo parastina Efrînê gelek şervan şehîd bûn û hemû jî bi lehengî li ber xwe dan. Hêj tê bîra min dema ku balefirên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Efrînê difiriyan û dema ku çeteyan mewzî digirtin, min dît ku şervanek di bin dara zeytûnê de sekîniye jib o ku ez wî biparêzim min wî avêt erdê. Darên zeytûnan mîrateyek mezin a bav û kalên me ne. bi saya darên zeytûnan xwe diparêzin."
Sembola jin ên Berxwedana Serdemê
Pervan Mehmûd da zanîn ku jinan berxwedaneke dîrokî nîşan da û wiha got: “Rola sereke û berxwedana herî mezin jin bû. Di çîrokeke berxwedanê de şervaneke me ya jin hebû ku hefteyekê bi tena serê xwe hat dorpêçkirin û şehîd bû. Piştî demekê hat fêmkirin ku ew ne şehîd e. Ev şervana jin bi hemû hêza xwe li ber xwe da û hefteyekê bê xwarin û vexwarin li dijî dagirkeran şer kir. Hevalên me yên şehîd Barîn Kobanê, Avesta Xabûr, Hezda û Sema sembolên Berxwedana Serdemê ne.”
‘Me Efrîn bi xem û jan li pêy xwe hişt’
Pervan Mehmûd da zanîn ku gelê Efrînê êşên mezin derbas dikin û wiha got: “Me Efrîn bi zorê, bi xem, êş û jan li pey xwe hişt. Yên ku li Efrînê mane niha di bin dagirkeriyê de dijîn. Yekane hêviya gelê Efrînê yê ku koçber bûne û di kampan de têkoşîna jiyanê didin ew e ku vegerin Efrîna rizgarkirî. ji bo wegerin efrînê Em amade ne ku di bin darek zeytûnê de û di konekî ziwabûyî de bijîn. Em tiştekî din naxwazin."