Yek ji serokên reşikan Sasha Johnson rastî êrîşa çekdarî hat
Sasha Johnsona ku li Îngîltereyê, bi têkoşîna xwe ya ku ji bo reşikan dide tê naskirin û îro yek ji pêşengên vê têkoşînê ye, rastî êrîşa çekdarî hat û ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Navenda Nûçeyan - Sasha Johnson ku li Îngîltereyê mafên mirovên reşik parast û ji bo wan şer kir, bi guleyek ji serê xwe bi giranî birîndar bû.
Di daxuyaniya ku ji aliyê Partiya Însiyatîf Al (Take the Initiative Party) hat dayîn de, hat diyarkirin ku Sasha Johnson li Londrayê bi êrîşekê hovane re rû bi rû maye û bi guleyek ji serê xwe bi giranî birîndar bûye.
Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku Sasha Johnsona ku dayika 2 zarokan e, di beşa lênihêrîna giran de tê dermankirin û rewşa wê pir be xeter e û hat gotin ku êrîş, piştî gelek gefên kuştinê vê sibehê zû hatiye kirin.
Tîma Dedektîv Tele, di daxuyaniya xwe ya ku di çapemeniya Brîtanî de cih girt de, wan tiştan got; "Em hemû hêvî dikin ku ev jina ciwan sax bibe. Lêpirsîna me di qonaxeke zû de ye û lêpirsîn ji bo destnîşankirina mercên êrîşê berdewam dike."
Tele ragihand ku ew ê ji niştecihan bipirsin ku ji bo rewşek gumanbar a gengaz zengilê derî an dîmenên kameraya wesayîtê kontrol bikin.