Yazgul Şahîn a ku muayeneya kelepçekirî qebûl nake nayê dermankirin

Hat hînbûn ku Yazgul Şahîn a li Girtîgeha Girtî ya Bunyan a Qeyseriyê girtî ye, ji ber ku muayeneya bi kelepçe qebûl nekir, ji nexweşxaneya ku 3 caran çûye bêyî dermankirinê birine girtîgehê. Zehra Şahîn bang kir ku keça wê Yazgul Şahîn a êşa dil dikşîne, tengasiya bêhnê pê re heye û çavên wê tarî dibin were dermankirin û xwest zextên li ser girtiyan bi dawî bibin.

MEDÎNE MAMEDOGLU
Amed - Li girtîgehan zext û zordarî bi pandemiyê re zêdetir diyar dibin, girtî ji mafên xwe yên herî bingehîn ên mirovî bêpar tên hiştin. Girtî, tiştên ku li girtîgehan diqewimin bi riya çapemeniyê bi raya giştî re parve kirin, êrîşa zayendî û îşkenceya ku girtiya bi navê Garîbe Gezer a li Girtîgeha Tîpa F a Hejmar 1 a Kandirayê dima, pê re rûbirû ma bû sedema bertekên mezin. Tevî bertekan jî nûçeyên binpêkirina mafan hê ji girtîgehan tên. Wezareta Dadê jî di vê pêvajoyê de bêdengiya xwe didomîne. Girtîgeha Girtî ya Bunyana Qeyseriyê yek ji wan cihan e ku pirsgirêka girtiyan bi pandemiyê re lê zêde bûye. Zehra Şahîn, diyar kir ku keça wê Yazgul Şahîn a 7 sal in di girtîgehê de ye nexweşa dil e, nayê dermankirin û bal kişand ku girtî jî bilî van bi gelek pirsgirêkan re têdikoşin.
"Di nava xwarinan de neynûk derdikevin" 
Zehra Şahîn, anî ziman ku piştî Yazgul sewqî Qeyseriyê hatiye kirin rêveberiya girtîgehê cil û bergên wê nedanê û diyar kir ku pirsgirêkên heyî bi pandemiyê re du qat zêde bûne. Zehra Şahîn pirsgirêkên ku girtiyan anîne ziman wiha bilêv kir: “Tevî ku pandemî hebû jî gardiyan bi pêlavên xwe û bê maske diçûn qawîşên girtiyan û lêgerîn dikin. Zilm û zexta ku wan nedîtine tune ye.”
"Em li pişt caman hev dibînin”
Zehra Şahîn bal kişand ku ji roja tedbîrên ji bo pandemiyê hatine girtin, heta niha hevdîtinên vekirî qedexe ne û got ku ligel hemû rê û zehmetiyan jî ew li pişt caman bi keça xwe re hesreta xwe derbas dike. Zehra Şahîn got; “Ev du sal in hevdîtina vekirî tune ye. Em zarokên xwe di pişt caman de dibînin û bi telefonan diaxivin. Em ewqas rê diçin lê di dawiya wê riyê de ez nikarim keça xwe jî hembêz bikim. Em bêriya zarokên xwe dikin. Ev 7 sal in keça min di girtîgehê de ye, di nava van salan de tu zehmetiyên ku hem me hem jî wê nekişand neman. Em ewqas rê diçin lê carna demên hevdîtinê jî kurt dikin.”
"Ji ber ku tedawiya kelepçekirî qebûl nekir nehat muayenekirin" 
Zehra Şahîn, diyar kir ku piştî keça wê ketiye girtîgehê gelek nexweşî pê re çêbûne û diyar kir ku ji ber Yazgul muayenekirina kelepçekirî qebûl nekir, tevî êşa xwe nayê dermankirin. Zehra Şahîn, diyar kir ku tevî 3 caran çûye nexweşxaneyê jî bêyî ku bê dermankirin dîsa wê birine girtîgehê û wiha got: “Nexweşiyên ku bi keça min re tunebûn li girtîgehê pê re çêbûn. Çavên wê wekî berê nabînin, di hundir de dest bi bikaranîna berçavkê kir. Çavên wê tarî dibin, bêhna wê teng dibe û dilê wê jî diêşe. Bi salan e bi van nexweşiyan re têdikoşe. Hevalên wê yên li girtîgehê di telefonê de ji malbatên xwe re gotine ku Yazgul ji dilê xwe pir pirsgirakan dijî. Tiştekî ku ji destên min were tune ye. Dema ku çûye nexweşxaneyê, ji ber ku destên wê kelepçekirî bûn dermankirinê qebûl nekir loma wê muayene nekirin û dîsa birin girtîgehê.
“Bila zext bi dawî bibin” 
Zehra Şahîn, bang kir ku divê ev zilma ku hem li wan hem jî li kesên girtî tê kirin, di demek nêz de bi dawî bibe û wiha got: “Dê 8 meh şûnde cezayê keça min biqede lê em jî nizanin wê bê berdan an na. Dosyayek din jî heye. Dîsa jî qet nediyare ew ê çi bikin. Tişta ku ez dixwazim ew e ku ev zext bi dawî bibin û hevdîtinên vekirî bên kirin."