Yasayên ‘Edebên Îdlibê’ ji bo jinên Sûrî tên çi wateyê? – ANALÎZ
Ji bo avakirina polîsên Edeb û Exlaqê hatiye nivîsandin. Mîna sîstema Îrana ku di bin navê Exlaqê de Jîna Emînî û bi sedan jin qetil dikin û davêjin zindanan. Mîna Afganistan a ku jinan di nav kefenek reş de bi saxî defin dikin.
XELAT HÊVÎ
Ev yasayên ku bi navê ‘Adab’ ji milê hêza parastinê ya desteya hundirîn a çetên dagirker ve hatiye nivîsandin û îro li ser gelê Idlibê tê pêkanîn. Wek mînak em hin xalan bînin ziman û şîrove bikin. Xala 13 - 14 - 28’an ku dibêje pêwîst e cil û bergên jin û mêr ne wek hev bin, jina ku temenê wê gihîşt 12’an, pêwîste cil û bergên girtî li xwe bike, bi şêweyek bedena wê tê de xuya neke, berpisên jinê ji bo pêkanîna van yasayan berpirsyar in bav, bira, hevjîn û kur in.
Di destpêka sala 2011’an de, li nav welatên Rojhilata Navîn tevgereke bi navê ‘Bihara Gelan’ destpê kir. Lê mixabin, tevî ku gelên herêmê pir bedêl dan û ji nan û avê zêdetir pêwîstiya wan bi azadiyê hebû jî, ji ber nebûna pêşengên gel a li piraniya van welatan û hesabên navdewletî yên li ser herêmê, bû sedem ku şoreşa gel di piraniya welatên herêmê de jê were dizîn û jidest here. Mînaka Misir, Lîbya, Cezayîr, Tûnis û Yemenê li ber çava ye…. Kes hatin guhartin, lê rejîma dîktator li cihê xwe ma.
Lê rewşa gelên Sûrî li gorî welatên cîran pir cuda bû. Bi taybetî li Rojava û Bakur Rojhilatê Sûrî ji ber baweriya civaka me bi felsefa Rêber APO ku modêla netewa demokratîk ya xwe dispêre yekîtî û biratiya gelan, yekane sîstema alternetîfa netew dewlet danî holê. Her wiha Rêber APO jin û ciwanên ku ji milê sîstema netew dewlet ve tên perçiqandin û bê rol tên hiştin, wek pêşengên sîstema netewa demokratîk destnîşan kirin. Ango hêza herî dînamîk û nêzî feraseta demokrasî, azadî û wekheviyê, jin û ciwan di nav sîstema netewa demokratîk de li cihê ku heq dikin, cihê xwe digirin. Her wiha hebûna pêşengên gel, bû faktorek bingehîn ji bo civaka me zû xwe bi rêxistin bike û bi mêjiyek zelal tevlî pêvajoyê bibe.
Civakek çawa ?
Dema ku mejiyê civakê zelal be, xwedî zanebûn be, xwedî proje be, bizane çi dixwaze û xwe ji her milî de bi rêxistin bike û bike hêz, kes nikare şoreşa wî gelî bidize yan jî jê bistîne. Ya ku cudabûna şoreşa Rojava û Bakur Rojavayê Sûrî derxist holê ev bû, bi taybetî piştî hilweşîna rejîma Esad ku ji destpêka şoreşê de destpê kir û di çend rojên dawî de bi encam bû, sîstema rêveberiya xweser bi pêşengiya jin û ciwanan modêla herî rast û yekane ye ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, ne navendî, li ser bingeha yekikîtî û hevgirtina netewan.
Ji destpêka şoreşê heta îro bedêlên pir giranbuha hatin dayîn û hîn jî tên dayîn. Lê em dizanin çima em van bedêlan didin. Ji bo avakirina jiyaneke bi rûmet û azad çi tê xwestin em dikin û emê bikin. Bi taybetî, destkefiyên hatine bi destxistin û asta ku jin di Rojava û Bakur Rojhilatê Sûrî de gihiştiyê, ji bo tevahiya jinên herêmê û cîhanê dibe îlhama mezinkirina şoreşa jinê, di asta kurewî de.
Berovajî vê, herêmên di bin desthilatiya çeteyên girêdayî dewleta Tirk û hêzên dagirker de, civakê difetisînin, bi sîstema ku dimeşînin, hewl didin civakê bi sedan salan paşde bikşînin. Di bin navê Îslamiyetê de civak vegerandin serdema cahiliyê. Bi nave Îslamê dijîtiya Îslamê, civakê û jinan dikin. Pesnê xwe jî bi vê yekê didin. Qaşo ehlaqê di nav civakê de bipêş dixin. Herî dawî yasaya bi navê ‘Yasaya Edebê ya Îdlibê’ derdixin pêş û dixwazin wek modêlek di avakirina Sûriya nû de destnîşan bikin. Ka em van qanûnan bi merceka jinê bixwînin û bigirin dest, ka çi di hundirê xwe de dihewîne û dixwaze civakeke çawa ava bike.
Yasayên 'Adab'
Ev yasayên ku bi navê ‘Adab’ ji milê hêza parastinê ya desteya hundirîn a çetên dagirker ve hatiye nivîsandin û îro li ser gelê Idlibê tê pêkanîn. Wek mînak em hin xalan bînin ziman û şîrove bikin. Xala 13 - 14 - 28’an ku dibêje pêwîst e cil û bergên jin û mêr ne wek hev bin, jina ku temenê wê gihîşt 12’an, pêwîste cil û bergên girtî li xwe bike, bi şêweyek bedena wê tê de xuya neke, berpisên jinê ji bo pêkanîna van yasayan berpirsyar in bav, bira, hevjîn û kur in. Ango pêwîste jin ne li gorî ku dixwaze, li gorî ku ew dixwazin cil û bergan li xwe bike, jinê wek milkê zilam dibîne, her wiha xwesertiya çanda gelan û netewan di cil û bergan de binpê dike. Modêla jina kole, li ser jin û civakê ferz dike.
Xala 26 - 27’an dibêje ku pêwîste di qadên kar û xebatê de jin û mêr ji hev cuda bin, hev nebînin. Ev jî civakê ji hev parçe dike, jinê ji hemû qadên kar û xebatên derveyî sînorê malê bêpar dike, tevlî ti qadên jiyanê nake. Jixwe tevahiya sazî û dezgehên fermî ji aliyê mêran ve tên avakirin. Jin di malan de tên dîlkirin û mehkûmî karê nav malê û xizmeta mêran tên kirin.
Xala 37’an dibêje pêwîste kes henekê xwe bi kesên pêwîstiyê xwe yê taybet hene nekin wek jin, zarok û mirovên temen mezin. Bi rastî ji bo şîrovkirina vê xalê, min di hêla rihî de pir zehmetî kişand. Ewqas jin zarok û extiyaran biçûk dibînin, di asta ku bêje ewqas belengazin û bê çare ne, di asta ku bila kes henekê xwe bi wan neke de. Zarokên ku pêşerojê, temen mezinên ku nirx, ezmûn û bîra civakê û jinên ku ehlaq û pêşengiya civkê temsîl dikin, bi vî aqlê tarî tên nirxandin. Jiyîna vana li aliyek, tenê bihîstina wan jî hundirê mirovan tarî dike.
Mîna Afganistanê!
Xala 44’an ku girêdayî salonên şahî û dawetan e, dibêje pêwîst e cihê jin û mêran cuda be, li derveyî stranên îlahî, ti mûzîk neyên guhdarkirin. Ev jî ji xalên berê pir ne cuda ne, civakê parçe dike û Îslama radîkal ferz dike. Pir rengî û dewlemendiya baweriyan ji nedîtî ve tê. Berî herkesî civaka misilman difetisîne, Armanca bingehîn jî ew e, di nav gelên Sûrî de dijberî bike navbera dewlemendiya çand û baweriyan.
Xala 56’an, ji bo avakirina polîsên Edeb û Exlaqê hatiye nivîsandin. Mîna sîstema Îrana ku di bin navê Exlaqê de Jîna Emînî û bi sedan jin qetil dikin û davêjin zindanan. Mîna Afganistan a ku jinan di nav kefenek reş de bi saxî defin dikin. Rêveberiya demkî ya Sûrî îro bi van yasayan dixwaze civakê bi rê ve bibe. Yasayên Edeb û qaşo exlaqê, wek modêl ji jin û civakê re pêşkêş dike.
Gelo kî heta niha bi yasayan ehlaqa jinan û civakan bi pêş xistiye heta hûn bikaribin bi van yasayên xwe yên rizî pêşbixin? Ma we qet para xwe ji zanistê negirtiye? Ma hûn qet derdora xwe naşopînin û asta pêşketina mirovatiyê nabînin?
Parastina destkeftiyan
Bi rastî dema min ev yasa xwendin, ez di fikra xwe de vegeriyam serdema cahiliyetê, serê min êşiya û dilê min reş bû. Aqil û wijdana mirov nikare qebûl bike, yan wate bide. Armanca van hêzên çetewarî ew e ku Rojhilata Navîn di nav tarîtiya xwe de bifetisînin û rê li ber şoreşa jinê bigirin. Ev êrîşek îdolojîk, çandî û siyasî ye. Pêwîst e em jin di ferqa van êrîşan de bin.
Jixwe van nêzîkatiyan di nav refên jinan de, nerazîbûnên zêde derxistin holê. Ev nerazîbûn hêja û bi wate ne, lê ev tenê têr nake. Asta jina Surî ya zanebûnê bilind e û dizane çi dixwaze. Lê pêwîst e jinên Sûrî bi hemû rengên xwe û pêkhateyên xwe ve, destê xwe bidin hev û yekîtiya xwe ava bikin, li hember vê feraseta paşverû hêza xwe bikin yek, li derdora destkeftiyên şoreşa jinan kom bibin, van destkeftiyan biparêzin û xwedî lê derkevin.
Jixwe yekîtiya jinên Sûrî dekleresyona xwe ji raya giştî re ragihand. Ev deklerasyon pir girîng e, bendên pir bingehîn ji bo mafê jinê di nav Sûriya nû de di hundirê xwe de dihewîne. Mîna tekoşîna li dijî hemû nêzîkatiyên zayendperestî, rizgarkirina jinên li herêmên dagirkirî yên wek Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî, Idlib, Celabrus û Minbicê ku di bin desthilatiya çeteyên DAIŞ’ê de ne. Naskirina mafê jinê yê xweparastina leşkerî, naskirina mafê jinê yê ketina nav siyasetê, biryar girtinê û rêveberiya welat, cîgirtina bi rengekî aktîf. Mafê jinê yê wekheviyê di hemû qadên jiyanê de, rakirina barê civaka xwe, xwedîbûna roleke aktîf a di nav her qadê de. Temînata parastina mafê jinan di her warî de. Avakirina komîteyên parastina mafê zarokan û parastina jîngehê û her wiha…..
Ezmûnên şoreşa Rojava
Helbet ezmûnên ku jinan di şoreşa Rojava û Bakur rojhilatê Sûrî de bidest xistine, pir bi hêz in. Jin hatiye wê astê ku di her qadê de berpirsiyartî bigre û di asta pêşengî de rola xwe bilîze. Jin zana bûne, xwe nas dikin û di ferqa hêza xwe, berpirsyarî û zanabûna mafê xwe de ne. Hejmareke baş a jinên pêşeng derketiye holê û gelek sazî û dezgehên jinan hatin avakirin. Bi rengekî aktîf kar û xebatên xwe birêve dibin, ev ji bo jinan pir hêja û girîng e. Ya herî xweşik û girîng jî, yekîtiya di nav refên jinan de derketiye holê çi di bin sîwana jinê di nav Meclîsa Sûriya Demokratîk de, çi di nav sazî û dezgehên jinan de û ya hîn bi watetir jî, di nav yekîneyên parastina jin YPJ’ê de.
Rêber APO exlaqa herî rast bi ‘xwebûnê’ re pênase dike. Ango çiqas mirov bû yê xwe, jin bû ya xwe, civak bûn yên xwe ewqasî xweşik dibin, bi ehlaq dibin û azad dibin. Ji bo xwebûnê zanebûn, xwe nasîn, vîn û baweriya bi hêza xwe ya cewherî pêwîst e. Her wiha pîvanên bedewî û exlaq bi ‘Teza Gulê’ danî hole. Rêber APO got ger gul xweşikbûna jinê îfade bike, sitriyê wê jî exlaqa wê îfade dikin. Ji ber ku ehlaq di heman demê de xwe ji her şêweyê êrîş û dagirkeriyê parastine. Em jinên Sûrî, emê nehêlin trajediyên wek Efrîn, Idlib û Cerablus werin dubarekirin. Ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî têbikoşin, ji bo avakirina Sûriyeke demokratîk, wekhev, azad û ne merkezî, bi rola xwe ya pêşengtiyê rabin.