Yasaman Ariani 7 rojan bi destur ji girtîgehê derket
Aktîvîst Yasaman Ariani li Îranê ji ber tevlî kampanye ya li hemberî bi zorê sergirtinê bûye hatiye girtin, ji Girtîgeha Kardakê 7 rojan bi destur derketiye.
Navenda Nûçeyan - Aktîvîst Yasaman Ariani ji ber bi dayika xwe re tevlî kampanye ya li hemberî bi zorê sergirtinê bû hat girtin û bi destura 7 rojan ji Girtîgeha Kardakê derket. Yasaman Ariani ya sala 2019’an bi dayika xwe re hat girtin û 16 sal ceza girt ji aliyê malbata xwe ve bi kelecanek mezin hat pêşwazî kirin.