“Xwesteka min azadiya Rêber Apo û bidawîbûna tecrîdê ye”

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen hêviyên azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xweset û daxwaz kir ku tecrîd bi dawî bibe.

Hevseroka Saziya Civaka Sivîl a bajarê Helebê Sûad Hesen hêviyên azadiyê ji bo Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan xweset û daxwaz kir ku tecrîd bi dawî bibe.
 
SARA ŞÊX HESEN
Heleb - Hevseroka Saziya Civaka Sivîl Sûad Hesen yek ji jinên ku du caran bi Rêberê Gelê Kurrd Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye, di wan hevdîtinan de tiştên dîtiye û bandor li ser kiriye wiha anî ziman: “Di serî de em rojbûna Rêber Apo li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Em Rêber Apo wekî Rêberê Gelê Kurd tenê nabînin, ji ber ew rêberekî neteweyî ye. Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahî, wekhevî û hêviyê ye, ew mirovekî xwedî fikir û felsefeyeke pir mezin e û projeye wî li ser tevahî gelên azadîxwaz û yên dixwazin bi rûmet bijîn, bi bandor e. Her wiha daxwaza wê ya sereke ew e ku gelê bindest bigihîjin azadiyê û mafên wan di jiyanê de misoger bibe. Ji ber wê em dibêjin rojbûna Rêber Apo rojbûna îradeyê ye. Rêber Apo li hemberî hişmendî û pergalên desthilatdar serî hilda. Rêber Apo diyarî ye ji bo hemû gelên azadîxwaz û yên têdikoşin.” 
“Cara yekemîn di sala 1991’ê de li Lubnanê bû”
Sûad behsa hevdîtinên xwe yên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kir û wiha pêde çû: “Min du caran bi Rêber Apo re hevdîtin kiriye. Cara yekemîn di sala 1991’ê de li Lubnanê û cara duyemîn di sala 1992’an de li Helebê bû. Ez jineke pir şans im ji ber ku min Rêber Apo dîtiye, bi dîtina Rêber Apo re hêviya serkeftinê û azadiyê bilindtir û geştir bû. Di mijara azadiya jinan de dema me fikrên Rêber Apo nas kir me wateya azadiya jinan zanî, ne tenê min fikra Rêber Apo nas kir, min kesayeta wî jî dît.  Hevdîtina me tenê çend saet bû lê ew saetên herî girîng bûn di jiyana min de. Bandoreke pir mezin li min kir û heya roja îro jî ez xebata xwe didomînim û moral ji Rêber Apo digrim. Rêber Apo di axaftinên xwe de bêtir girîngî dida azadiyê û divê çawa mirov xwe azad bike, riya jiyana rast nîşanî me da. Bi saya fikrên Rêber Apo azadî û hebûna me misoger bû, mirovên ku ketina kûrahiya hezkirina vî fikrî koletiyê li ser xwe qebûl nakin.”
“Li Helebê civînên girseyî çêdibûn”
Sûad da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di axaftina xwe de her behsa azadiya mirovan û bi taybetî azadiya jinan dikir û wiha domand: “Ez ji bo dîtina Rêber Apo pir bi israr bûm, di hevdîtina li Lubnanê de bi qasî du saetan Rêber Apo bi me re nîqaş kir. Bêtir li ser azadiyê nîqaş dikir rola jin û dayikan ji bo azadiyê çi ye? Dema mirov li kesayeta Rêber Apo mêze dike hêzê digire, fikrên Rêber Apo pir bi wate ne. Ev 35 sal in xebat dikim û heya dawiyê jî ez ê domdar bim. Li Helebê jî Rêber Apo rêxistineke xurt ava kir û Helebê wekî navenda rêxistina jinan pênase dike. Pir caran civînên teybet ên Rêber Apo  li Helebê dihatin meşandin û hejmarên gireseyî tevli dibûn. Ez tu carî hîs nakim ku Rêber Apo girtî ye, ji ber Rêber Apo rastî ye, azadî ye û bîrdozî ye. Doza Rêber Apo doza me ye.”
Di dawiyê de Sûad daxwaz û hêviyên xwe yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anî ziman û wiha bi dawî kir: “Roja 4’ê Nîsanê vejîneke nû ye. Ji bo em bigihîjin azadiya Rêber Apo têkoşîn û rêxistina xurt pêwîst e. Em daxwaz dikin ku malbat û parêzerên Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin, pêwîst ev tecrîd bi dawî bibe.”