Xwepêşandanên xwendevanên Başûrê Kurdistanê berdewame
Xwepêşadanên xwendevanên zanîngeh û peymangehan ji bo mafê xwe li gelek bajar û bajarokê Herêma Başûrê Kurdistanê berdewam dikin û bi biryarin heta ku mafê xwe bi dest nexin dest ji çalakiyên xwe bernadin.
Navenda Nuçeyan – Ji sala 2015’an ve Hikumeta Herêma Başûrê Kurdistanê bi hinceta qeyrana aborî û şerê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê xerciya mehane ya tevayî xwendevanên zanîngeh û peymangehan qut kiriye. Xwendevanên li hemberî vê yekê rabûne û doza mafê xwe dikin çend mehin li qadanin.
Xwepêşandanên xwendevanên zanîngeh û peymangehan li Silêmanî, Ranya, Qeladiz, Germiyan û Helepçe carek din destpê kir. Daxwazên wan ên sereke dayîna xerca wan a mihane û çareserkirina pirsgirêkên xizmetgozariyê ne. Xwendevanan dan diyarkirin ku heta ew mafê xwe bi dest nexin wê çalakiyên wana berdewam bikin û bi bîr xistin ku ew rê nadin tu kes û alî daxwazên wan berevajî bikin û bilêv kirin ku heta negihin mafê xwe ewê li qadan bin.