Xwepêşandanên li zanîngehên DYE’yê didomin

Li zanîngeha Columbia ya li DYE’yê xwendekarên ku ji bo piştgirya Filistîn çalakiyan berdewam dikin, avahiya zanîngehê dagir kirin. Polîs ketin kampusê û êrişî xwendekaran kirin. Hat zanîn ku gelek xwendekar hatine binçavkirin.

Navenda Nûçeyan- Li bajarê New York ê DYE’yê çalakiyên protestoyî ku li tevahî welat di 18’ê Nîsanê de dest pê kirin, berdewam dikin. Xwendekarên zanîngeha Columbiayê ku xwestin êrişên Îsraîlê yên li dijî Zîvala Xezayê rawestin, avahiya Hamilton Hall dagir kirin, li dijî dagirkeriyê polîsan bi êrişê bersiv dan.

Xwendekaran bi mobîlya û parçeyên metal ên kom kirine barîkat ava kirin, navê Hind Rajab a 6 salî ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser Xezayê de jiyana xwe ji dest dabû li avahiya ‘Hind’s Hall’ kirin.

Berdevkê zanîngeha Colubiayê Ben Chang da zanîn ku xwendekarên ku Hamilton Hall dagir kirine sûcê ziyandana milk û ketina avahiyê asteng kirine pêk anîne. Piştî daxuyaniyan hejmarek zêde ya polîsan ketin kumpusa Columbiayê mudaxeleyî xwendekaran kirin. Ew kêlî û dîmenên binçavkirina xwendevanan ketin kamerayên amator.

Li tevahî welat di protestyên ku belavî zanîngehên din bûne de zêdeyî hezaran xwendekar û akademîsyen hatibûn binçavkirin.

Li aliyê din li paytexta Fransa Parîsê xwendekarên zanîngehê ji bo Xezayê dest bi çalakiyan kirin. Li zanîngeha Parîs 1 Pantheon-Sorbonne, xwendekaran ragihandin ku li Xezaya êrişên Îsraîlê berdewam dikin, bi banga ‘rawestandina qirkirinê’ wê li kampusan di nava çalakiyan de bin.