Xwepêşandanên li Hindistanê berfireh dibe

Xwepêşandanên bijîjkan ên li Hindistanê ku piştî tecawîzkirin û kuştina bijîşkeke jin a stajyer destpê kirin, berfireh dibin. Bijîşkan xwestin sûcdar werin girtin û tedbîrên ewlehiyê werin girtin.

Navenda Nûçeyan – Li bajarê Kalkuta yê girêdayî eyaleta Bengala Rojava ya Hindistanê 9’ê tebaxê bijîşkek jin a stajyer li nexweşxaneyê hatibû tecawizkirin û dûre hate qetilkirin. Piştî bûyer hat bihîstin, li gelek deverên Hindistanê bijîşk û gel derketin qadan û hêrsa xwe anîn ziman.

Bijîşkên ku ji zanîngehan heta garajên otobusan xwepêaşndan li dar xistin, dirûşmeya, “Em edaletê dixwazin” berz kirin. Di çalakiyê de jinan pankarta “Jin jiyan azadî” ku bi zimanê Kurdî û Hîndî hatiye nivîsandin vekir. Her wiha bijîşkan li bajarên Delhî, Haydarabad, Mumbaî û Pune jî çalakî lidarxistin.

Dê di asta welat de boykot bidomin

Yekîtiya Tabîbên Hîndîstanê duh (17 Tebax) diyar kiribû ku ji bilî xizmetên bingehîn ên tenduristiyê ew ê heta 24 saetan tevahiya beşên nexweşxaneyan bigirin û kar nakin.

Yekîtiyê bibîr xist ku ji sedî 60`ê bijîşkên Hindistanê jin in û ji serokwezîr Narendra Modi xwest ku tedbîrên ewlekariyê bigirin.

72 seat dem dan hikûmetê

Malbenda Karê Hevbeş a Bijîşkên Nû ya Hindistanê jî, ragihand ew ê boykota xwe li ser asta welat berdewam bikin û 72 saet dem dan hikûmetê da ku kesên sûcdar bigire.