Xwepêşandana xwendevanên Başurê Kurdistanê mezin dibe
Hêzên ewlehiyê ji bo xwendevanên daxwaza mafê xwe yê girtina xerciyê daketina qadan bide sekinandin, gaza îsotê bi kartîne, lê belê xwendevan dest ji çalakiya xwe bernadin û dibêjin ku heta ew mafê xwe bi dest nexin ewê nasekinin.
Silêmanî - Xwendevanên zanîngeh û peymangehên Herêma Başûrê Kurdistanê ev sê roje ji bo mafê xwe yê xerciya mihane bi dest bixin li qadanin û didin diyarkirin ku heta daxwazên wan neyên pêkanîn ew dest ji çalakiyên xwe bernadin.
Xwendevanên zanîngeha Silêmanî sibehê dest bi xwepêşandanê kirin. Xwendevanan despêkê deriyê zanîngehê girtin û paşê jî dest bi meşê kirin. Xwendevanan di meşê de duruşmeyên weke “Bila bi ruxe desthilata binemal” û “Bila hikumet xerca me ya mihane bide” bilind kirin.
Xwepêşandana li Silêmaniyê îro di saetên sibehê de li ber walitiya bajêr destpêkirî bi hezaran xwendevanan berê xwe dan Deriyê Sera yê bajêr, lê belê hêzên ewlehiyê bi bombeyên gazê êrişî meşa xwendevanan kirin, gule li ser xwendevanan reşandin û rê nedan xwendevan xwe bigihînin Deriyê Sera. Ji ber bombeya gazê gelek xwendevan birîndar bûn û nefestengî bi wan re çêbûn. Xwedevan di daxwazên xwe de bi israrîn û dibêjin ku heta ku desthilatdar mafê me yê xwerciya mihane bi cih neynîn ewê çalakiya xwe berdewam bikin.
“Em daxwaza mafê xwe dikin”
Xwendevana bi navê Bûşra da zanîn ku ev nêzî şeş salane bi navê qeyrana aborî xerciya wan a mihane hatiye birin û got: “Nîha qeyrana aborî nemaye, tu sedem jî nemaye ku xerciya me ya mehane nedin. Em xwendevanin xwepêşandanê dikin, em naxwazin tu partî bên gel me, emê bi xwe çalakiya xwe berdewam bikin.”
“Ev sê rojin kesê guh nedaye daxwazên me”
Xwendevana bi navê Aşna jî bîr xist ku xwepêşandan mafê xwendevanane û ewê rê nadin tu partî destwerdanê li çalakiya wan bike û ewê bi xwe xwedi li xwepêşadina xwe derkevin û wiha domand: “Emê xwepêşandana xwe berdewam bikin heta ku em mafê xwe bi dest dixin. Ev sê roje em di çalakiyê de ne, qet aliyek peywendîdar nehatine gel me.”
“Heta daxwazên me pêk neyên emê li qadan bin”
Xwendevana bi navê Şenge Bêstun jî qurdeleyek sor bi destê xwe ve kiriye û bejdarî xwepêşandanê bûye wiha dibêje: “Min qurdeleya sor xistiye destê xwe da ku parêzgar bersîva me bide, qet dengê wan dernakeve û heta ku bersîva me nedin emê li qadan bin.”