Xwenevanên Başûrê Kurdistanê bi daxwaza mafê xwendinê li ser piyane
Li Silêmanî, Hewlêr, koyê, Qeladiz û Germiyanê xwendekarên dibistanên amadeyî yên tevlî ezmunên zankokê bûne ji ber li gorî ku maf kirî derece negirtine daketin qadan û doza mafê xwe kirin.
Navenda Nûçeyan- Li Herêma Başûrê Kurdistanê bi qasî pirsgirêka mamostayan a nayên peyîwirdarkirin, pirsgirêkên xwendekaran jî derketine pêş. Ji bo bidestxistina mafê xebatê mamosta bi qasî mehekê ye di çalakiyê dene. Van rojên dawiyê çalakiyên xwendekaran jî bi mebesta xwendinê despêkirin û her duçe mezin dibe. Piştî ku ezmûnên xwendevanên Dibistanên Amadeyî xilas bûn, encamên xwendevanan li ser înternetê hatin belavkirin. Xwendevan ji ber ku li gorî dixwestin ji bo beşên wan nehatin girtin, nerazîne û 4 rojin li kolananin.
Xwedevanên Dibistana Amadeyî ên tevlî ezmûnên zanîngehê bûn, piştî encamên wan eşkere bûn û şûnde li zanîngehan nehatin bicîh kirin li Silêmanî, Hewlêr, Koye, Qeladiz û Germiyan daketin kolanan û xwestin Wezareta Xwendinê guh bide daxwazên wan.
Xwendevanên Silêmaniyê li ber derê rêveberiya Perwerdeyê ya Rojava ya li Silêmaniyê kombûn û heya ber derê avahiya Zanîngeha Nû ya Qalîsan meşiyan. Xwendevanan rê li trafîkê girtin û xwestin aliyên peywendîdar pirsgirêka wan çareser bike. Li Hewlêrê xwendevan li ber derê avahiya Wezareta Xwendinê ya Blind kombûn. Li Koyeyê jî xwendevanan rê li trafîkê girtin. Xwendevan di çalakiyên xwe de dibêjin, ew biryara Wezareta Xwendinê red dikin û xwestin pirsgirêk were çareser kirin. Yek ji navendên din ên xwedevan daketin qadan Qeladiz bû. Xwendevan bi heman armancê li nav Baxê Giştî çalakiyek lidarxistin û rêya sereke ya Qeladizê li trafîkê girtin.