Xwendewanên jin piştî 10 rojan hatin berdan
Atîna Ferehmend, Mûbîne Îsa Zade û Hediye Pûroze yên sê xwendevanên ku di serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de hatin girtin, piştî 10 rojan bi kefaletê hatin berdan.

Navenda Nûçeyan - Sê xwendewanên jin Atîna Ferehmendî ya 15 salî, Hediye Pûroze ya 15 salî û Mûbîne Îsa Zade ya 15 salî yên ji Lahicane, di serhildanên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de 4’ê Mijdarê hatibûn girtin. Di 14’ê Mijdarê de her sê xwendewanê jin piştî girtîmayîna deh rojan bi bi kefaletê hatin berdan.
Bi destpêkirina şoreşa Îranê û piştevaniya xwendekaran bi taybet xwendewanên jin, hejmareke zêde ya xwendekaran rastî êriş, lêdan, girtinê hat û heta hin ji wan ji aliyê ajanên rejîma Îranê ve ji perwerdehî û xwendinê hatine derxistin.
Ji destpêka vê şoreşa li Îranê bi dehan zarok jiyana xwe ji dest dan û bi sedan zorok jî hatin girtin û birin girtigehên bajarên cûda.