Xwendevanên Zanîngeha Helepçe ji bo domandina çalakiyê bibiriyarin
Weke gelek deverên herêma Kurdistanê xwendevanên Zanîngeha Helepçe jî daketine qadan û daxwaza mafê xwe yê dayîna xerciya mehane dikin. Hêzên asayîşê bi bombeyên gazê êrîşî çalakiya xwendevanan dikin.
Helepçe - Xwendevanên zanîngeh û peymangehên herêma Kurdistanê ev çar roje ji bo mafê xwe yê xerciya mihane bi dest bixin li qadanin. Yek ji van herêmên ku xwendevan lê daketine qadan Helepçeye. Li gel êrîşên hêzên asayîşê jî çalakiyên xwedevanan dewam dikin. Xwendevanên Helepçe diyar kirin ku heta mafê xwe bi dest nexin dest ji çalakiya xwe bernadin.
Xwendevana peymangeha Teknîkî ya Helepçe Şinyar Bekir di derbarê çalakiya xwendevanan de dibêje: “Daxwazê me ne têna dayîna xerciya mihane ye ji bo daxwaza mafê xwe em daketine qadan. Çima zarokên desthilatdaran li zanîngehên Emrîka û Avrupane, em li vêderê temaşeyî ber destê wan bikin. Havelek min ji ber hejariyê dest ji xwendinê berda.”
Xwendevanek din ya bi navê Karjîn Elî ku bejdarî çalakiyê bûye û daxwaza mafê xwe dike jî da diyar kirin ku ji sala 2014'an ve xerciya mehane ya xwendevanan nehatiye dayîn û heta ku ew mafê xwe bi dest nexin ewê li qadan bin.