Xwendevanên Silêmaniyê di derbarê tunditujiyê de hatin şiyar kirin

Di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de, kampanya yekrêziya jinan a li dijî tunditujî û dagirkeriyê dewam dike. Îro jî li ser heman mijarê ji bo xwendevanên Silêmaniyê seminer hat dayîn.

Silêmanî – Kampanya jinên Bakurê Kurdistanê ya yekrêziya jinan a li dijî tunditujî û dagirkeriyê ku di çarçoveya çalakiyên 25’ê Mijdarê de dewam dike. Girêdayî heman mijarê ji bo xwendevanên Silêmaniyê seminer hat dayîn. Semînera derbarê tunditujiya li beramberî jinê hat dayîn de bi bejdarbûna 70 xwendevanan li dibistana amadeyi ya Firîşteya Keçan ya bajarê Silêmaniyê hat dayîn.
Semîner di çarçoveya çalakiyên kampanyayê yên 25’ê Mijdarê roja têkoşîna jinê ya li dijî tunditujiyê de bi armanca hişyarkirina jinên ciwan di derbarê tunditujiyê de hat li darxistin. Di semînerê de Şatû Mehemed axivî û behsa giringiya dîroka 25’ê Mijdarê kir. Paşê jî li ser sedemên tunditujiyê, rola civakê û pirsgirêkên ku dibe sedemê tundîtujî û rêyên çareseriyê ji bo kêmkirina tunditujiyê, hatin nîqaş kirin.