Xwendevanên Başûrê Kurdistanê sê rojin li qadan daxwaza mafê xwe dikin
Ev sê rojin xwendevanên zaîngeh û peymangehên Herêma Başûrê Kurdistanê ji ber nedana xweciya mehene li qadanin û daxwaza mafê xwe dikin.
Navenda Nuçeyan – Ji sala 2015’an ve Hikûmeta Herêma Kurdistanê xerciya mehane yê xwendevanên zanîngeh û peymangehan nedane. Heya wê demê mehane ji bo xwendevanên mala wan li nava bajar 40 hezar û xwendevanên malên wan li derveyî bajar 100 hezar dînarê Îraqî dihat dayîn. Xwendevanên bi daxwaza girtina xweciya mehene daketine kolanan sê rojin li qadanin.
Li bajarê Hewlêr, Silêmanî, Helepçe, Germiyan, Raperîn û Soran xwepêşandanên xwendavanên zanîngeh û peymangehan ji ber nedana xerciya mihane destpêkir. Bi hezaran xwendavanên zanîngeh û peymangehê li Silêmaniyê li ber deriyê avahiya bajarê Silêmaniyê kom bûn heta ber deriyê destpêkê ya bajarê Silêmaniyê meşiyan û daxwaza mafê xwe kirin.
Li bajarê Hewlêrê jî xendevanan cadeya sed metrî li trafîkê girtin û tê payîn ji ber deriyê Wezareta Xwendina Bilind heta ber deriyê Parlemenê bi meşin.