Xwendekarên zanîngeha Kobanê roja zimanê dayikê pîroz kirin

Xwendekarên zanîngeha Kobanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê roja zimanê dayikê ya cîhanê pîroz kirin.

Kobanê - Di dema rejîma Baas'ê de li van herêman dibistan bi zimanên Erebî bûn û zimanên hemû netewên li herêmê dihatin tune kirin. Kurd, çerkez, suriyan, ermenî û hemû pêkhateyên li heremên Bakur Rojhilatê Suriyê û Rojava neçarbûn ku bi zimanê Erebî dibistan bixwînin û biaxivin. Lê piştî şoreşa 19'ê Tîrmaha 2012' an de li van herêman hemû netewan bi zimanên xwe dest bi xwedinê kirin. Li herêmên weke Reqa, Tepqa, Dêrezor, Minbic, Eyn Îsa, Sirînê û deverên ku zêdehiya niştecihên wê Erebin dibistan bi zimanê Erebiye, lê di hemû dibistanan de zaravayên herêmê tên dayîn û her netew li gorî xweseriya xwe û heimara nasnameya xwe xwedî dibistanên bi zimanê xwe ne. Li herêma Firatê jî cara yekem waneyên bi zaravayê Kurmancî di 2013'an de destpêkir, dibistanên fermî  jî di 2016'an de hatin destpêkirin û zanîngeha Kobanê jî di 30'ê Îlona 2017'an de destpêkir. Di zanîngehê de beşa wêjeya Kurdî, Bîrkarî, Endezyariya sivîl, fîzîk û kîmya tên dayîn. Her wiha li herêmê Peymangeha bi navê şehîd Viyan Amara jî xwendekaran perwede dike. 
Xwendekarên Fakulteya Wêjeyê yên Zanîngeha Kobanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriye yê bi daxuyaniyeke çapemeniyê roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kirin. Daxuyanî li pêşiya zanîngehê hat dayîn. Bi dehan xwendekar amade bûn, daxuyanî ji aliyê Hevserokê Fakulteya wêje Egîd Nasiro ve hat xwendin.
Egîd di despêka daxuyaniyekê de roja zimanê dayikê ya cîhanî pîroz kir û wiha got: "Em weke zanîngeha Kobanê, Beşa Kurdî-Kurmancî 21'ê Reşemiyê li tevahî civakan pîroz dikin û ji cîhanê re pir rengiya zimanan weke pêşketin û dewlemendiyekê dibînin. Roja 21'ê Reşemiyê ji hêla UNESCO yê ve weke Roja zimanê zikmakî ya navneteweyî hatiye pejirandin û li tevahî cîhanê jî ev roj her sal tê pîrozkirin."
Di xwezayê de jî pir rengiya ziman heye
Egîd di dewama daxuyaniyê de diyar kir ku her zindiyek bi zimanê xwe heye û wiha domand: "Bi vê rojê tê xwestin ku pergalên li ser rûyê cîhanê, wateya pir rengiya ziman û çandan fêm bikin û bikaribin li hember tevahî zimanan xweşbîn bin. Di xwezayê de jî pir rengiya zimanan heye û her zindiyek bi zimanê xwe rastiya xwe derdibire. Lewra em weke fakulteya wêje beşê Kudî-Kurmancî, bang li UNESCO yê dikin ku di pêşîlêgirtina hişmendiyên ku xweşikbûnê û mafên xwezayî yên gelan binpê dikin û di parastina ahengiya civakî de hestiyar bin. Li dewletên weke Iraq, Îran, Tirkiyê û Sûriyê ji ber  bi zimanê Kurdî stranek gotiye bi salan tên zindan kirin û tên kuştin. Herî  dawî dewleta Îranê deh sal ceza dan mamosteya zimanê Kurdî "Zara Mihemedî" ji ber ku zarokên Kurd fêrî zimanê Kurdî dikirin. Dewleta Tirkiyê jî rojane hewldanên xwe yê bişaftinê yên li ser zimanê Kurdî berdewam dike." 
Zimanê kurdî kevnar e
Egîd destnîşan kir ku zimanê kurdî di dîrokê de zimanî herî kevna re û wiha dirêjî da daxuyaniyê: "Zimanê Kurdî di dîrokê de yek ji zimanên herî kevin yên cîhanê ye. Bi dehan cihên dîrokî yên ku dergûşa şaristaniyê ne, şopên vî zimanî heya roja me ya îro parastine. Li Rojavayê Kurdistanê bi sedhezaran  xwendekar bi zimanê xwe yê zikmakî bi "Zimanê Kurdî" perwerdeya xwe dibînin û hînî zanistê dibin. Di mijara zimanê dayikê de pêwîst e hemû Kurd li zimanê ku ji dê, bav, kal û pîran wek mîrat maye xwedî derkevin û bi awayekî çêtir hînî nifşên nû bikin. Gelê Kurd ne îro bi tenê, divê her roj bi Kurdî bixwîne, bihizire, biaxive û binivîse."
Daxuyanî bi dirûşmeyên "Bijî pirengiya zimanan" û "Bijî zimanê Kurdî" bi dawî bû.