Xwendekarên zanîngeha Kobanê banga neteweyên Kurdî kirin
Xwendekarên zanîngeha Rojava ya kantona Kobanê bi daxuyaniyekê êrîşên dewleta tirk li hember axa Başurê Kurdistanê şeremezar kirin.
Kobanê- Dewleta tirk ji 23'yê Nîsanê ve êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike. Di heman demê de êrîşên ku tên meşandin bi hevkariya PDK'ê jî tên kirin. Hevkariya PDK'ê bi dewleta tirk re vê dide diyarkirin ku cardin xeta îxanetê bidome û dewleta tirk Kurd bi Kurdan bide şerkirin. Di derbarê vê mijarê de îro xwendekarên zanîngeha Kobanê li pêşiya zanîngehê daxuyanî dan. Bi dehan xwendekar beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha di daxuyaniyê de xwendekaran wêneyên bi nivîsa "Pêşeroj diaxive" û hemû kiryarên ku li Başurê Kurdistanê û herêmên Bakur Rojhilatê Sûriyê-Rojava tên meşandin hatin hildan.
"Pêşeroj diaxive"
Daxuyaniya ku ji aliyê Xwendekara beşa wêjaya kurdî Sultan Eto ve hate xwendin wiha bû: "Ev demeke weke xwendekarên zanîngehên Bakur û Rojhilatê Suriyê-Rojava me însiyatîfa bi navê "Pêşeroj diaxive" daye destpêkirin. Ev inisiyatîf, weke ciwan û xwendekar bi roleke pêşengiyê û bi armanca li dijî faşîzm, olperestî, zayendperestî, netewperestî û hemû cûreyên desthilatdariyê derketiye rêkê. Bêguman yek gelê ku ji van nêzîkatî û ferasetan êş û êşkenceya herî dijwar kişandiye gelê Kurd e. Di nava gelê Kurd de jî û bi giştî li Mezopotamya jî jin e. Dewletên dagirkerê Kurdistanê bi sedan sala ye ku vê faşîzmê li ser gelê Kurd û gelên bindest dimeşînin. Yek ji van dewletan jî berdewamiya imparatoriya Osmanî ya zordar, dewleta tirk a faşîst e. Dewleta tirk ji damezrandina xwe ve xwest ku hemû gelên Mezopotamya û Anadolu di qirkirinê re derbas bike. Di vî milî de gelek qirkirinên sor û spî yanî kuştina bedenî û çandî pêkanî. Lewre ev dewlet ji destpêkê ve weke komeke çete û faşîst tevgeriya. Îro jî bi hemû qirêjiya xwe û rûreşiya xwe ve li ber çavê cîhanê diyar û xuya ye. Her roj û her kêlî li ser rûpel û ekranan dizî, destdirêjî, komkujî, talankerî û faşîzma dewleta tirk eşkere dibe. Bi sed milyar dolaran diziya keda gel û destdirêjiyên rûreşî û mafyagerî, rûyê rastîn ê Tirkiyeyê ye."
"Îxaneta PDK'ê xwe dubare dike"
Yek ji van tevgerên qirêj ên dewleta tirk jî dagirkerî û diziya ku li ser Başurê Kurdistanê dimeşîne ye. Çawa ku di destana Gilgamiş de desthilatdarên Sumerî êrîş dibine ser pêşiyên Kurdan, dar û madenên wan didizin û komkujiyan dikin îro jî heman pratîk ji aliyê dewleta tirk ve pêk tê. Dewleta faşîst a tirk jî xwezaya Kurdistana Başur qetil dike, daran dibire û didize. Ev yek li pêş çavên cîhanê pêk tê. Mixabin desthilatdariya Hewlêrê jî mîna ku di destana Gilgamiş de Enkîdu ji êrîşkarên Sumer re alîkar e, ew jî ji dagirkerên tirk re alîkar in. Ji xwe ev çend sal in Tirkiyê bi hinceta ku gerîlayên PKK'ê li wir in êrîşeke berfireh tîne ser axa Başur. Lê herkes dizane ku ji dema osmaniyan û heta niha desthilatdarên tirk, her tim êrîşî Kurd û Kurdistanê kirine. Di sedsalên borî de jî du pêşengên Barzaniyan ku her du jî navê xwe `Abdulselam` in, ji hêla osmaniyan ve hatine darvekirin û qetilkirin. Her wiha dema ku çend sal berê referandum ji bo serxwebûna Kurdistana Başur çêbû jî neviyên osmaniyan dewleta tirk, bi debabayan ketin nava tevger û tehdîdan. Lê mixabin dema em îro dinêrin heman neviyên Abdulselam Barzaniyan îro destê xwe dikin destê kujer û qatilê xwe ku ew jî desthilatdarên tirk ên neviyên Osmaniyan in û êrîşan tînin ser şervanên azadiyê."
"Yekîtî û vîna gelê Kurd wê dagirkeran tê bibe"
"Em weke ciwan û xwendekaran bang li hemû aliyên welatparêz dikin û dibêjin ku dem dema yekîtiyê ye. Bila tu kes xwe bi hesabên biçûk û berjewendiyên teng nexapîne. Lewre ji berê de pêşiyên me gotine ku "Rih dibe bost lê dijmin nabe dost..!" Em dibêjin hemû Kurdên welatparêz û dilxwazê yekîtiyê, hêza xwe bikin yek û li ser esasê dostaniya gel û civakan em li hember faşîzm û desthilatdariyên qirêj têbikoşin û bi ser kevin. Bêguman azadî û heqîqet wê bi ser keve. Lê ev yek ji ber xwe ve pêk naye. Ji bo vê yekê pêwîste hemû welatparêz, azadîperwer û mirovperwer li hember vê faşîzm û hovîtiyê yekîtiya xwe çêkin, parastina xwe ya rewa û cewherî nîşan bidin. Em weke ciwan û xwendekarên inisiyatifa "Pêşeroj diaxive" bang li hemû mirovatiya azadîxwaz û Kurdên welatparêz dikin ku divê dema dîrokî de zengilên xeteriyê bibihîzin, têkevin nava tevgerê û nehêlin faşîst û xiyanetkar armanca xwe pêkbînin. Ji bo Kurdistaneke azad, bi dar û ber û hêşîn û ji bo cîhaneke rengîn bila pêşeroj biaxive û tevbigere."
"Dem dema azadiyê ye ne dema koletiyê ye"
Xwendekar Necah Ibrahîm ku sala yekemîn beşa wêje li zanîngeha Kobanê dixwîne di derbarê êrîşan de helwesta xwe wiha parve kir: "Îro em di demeke gelekî hesas û nazik re derbas dibin, divê gelê azadîxwez gelê Kurd bi yekîtiyeke xurt ava bikin. Ji ber em gelê Kurd bi salane di şeran re derbas dibin. Dema ku em yekîtiya xwe ava nekin wê dijmin di her alî ve êrîşî me bikin. Ji bo vê jî me wek xwendekar îro daxuyanî da, lê divê em hevgirtiyekê çêkin da ku îro pilanên dijmin li ser xaka Başurê Kurdistanê an jî li Bakur, Rojava û Rojhilata bi ser nekevin. Ji ber îro li Başurê Kurdistanê şer diqewime wê sibe li parçeyekî Kurdistanê yê dibe. Banga min ji hikumeta Iraq û bi taybet hêzên PDK' ê re hene ku desteke bide Kurdan."