Xwendekarên Zanîngeha Kobanê agirê Newrozê vêxistin
Xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi dirûşmeya "Bi zanîn û zanistê agirê Newrozê geş dikin" cejna Newrozê bi şahiyekê pîrozkirin.
Kobanê - Bi nêzikbûna cejna Newrozê re, xwendekarên Zanîngeha Kobanê bi şahiyekê Newroz pîroz kirin. Şahî li Zanîngeha Kobanê bi tevlîbûna xwendekarên Kobanê, endamên sazî û dezgehên sivîl hate çêkirin. Cihê şahiyê bi wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wêneyên pakrewanên azadiyê hatibû xemlandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo cangoriyên azadiyê. Dayika bi navê Semîra Ehmed agirê Newrozê pêxist. Paşê Hevserokê Zanîngeha Kobanê Ehmed Hesen û bi navê pêkhateyên Ereb Silêman Setam axivîn.
Ehmed bal kişand ser girîngiya cejna Newrozê û wiha got: "Em Newroza îsal di serî de li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û li girtiyên zîndanan pîroz dikin. Wate û girîngiya cejna Newrozê ji bo me pir girîng e. Di demê Rejîma Baas de me bi awayekî veşartî Newroza xwe pîroz dikir, her çiqas zext û astengî li pêşiya me hebane jî, lê me cejna xwe pîroz dikir."
‘Cejna vejînê li tevahî gelên aşîtîxwaz pîroz be’
Silêman xwestekên serkeftinên bi hatina Newrozê re ji tevahî gelê herêmê re xwest û wiha pêde çû: "Bi rihê Newrozê em ê azadiya Rêber Apo misoger bikin û Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî rizgar bikin. Di demeke nêze de em ê agirê Newrozê li herêmên dagirkirî pêxin. Cejna vejînê li tevahî gelên aşîtîxwaz pîroz be."
Piştî axaftinana hunermend Sebrî Simo stran. Paşê koma xwendekarên Zanîngeha Kobanê govened, stran û şano pêşkêşî kirin. Paşê xelat li xwendekarên Zanîngehê yê ku di pêşbirka ziman û wêjeyê de cih girtibûn hatin belavkirin. Paşê hunermend Xandî Mislim, Ehmed Şêxo û Eşref Mehmud stranên têkildarî cejna Newrozê pêşkêş kirin.
Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.