Xwendekarên yûrdê li hemberî tacîza mêran bertek nîşan dan

Duh demjimerên şevê mêrekî ku kêr di destê wî de bû ket li yûrda xwendekarên keç a Pîr Alî Bey a KYK’ê ya Çewlikê û xwendekareke jin tacîz kir. Xwendekarên ku li yurdê diman, bertek nîşan dan.

Çewlik - Hat hînbûn ku duh êvarê li derdora seat 22.00’an mêrekî êrîşkar bi kêra di destê xwe de ketiye hundirê yrda xwendekarên keç a Pîr Alî Bey a KYK’ê ya li Çewlikê û derketiye qata 3’yemîn a yurdê, xwendekareke jin tacîz kiriye. Hat diyarkirin ku piştî xwendekarên jin bertek nişanî mêrê êrîşkar dane erkdarên yûrde mudaxeleyê bûyer kirine. Êrîşkarê ku li gorî agahiya ji xwendekarên jin ên li yurdê dimînin, ji aliyê erkdaran ve birine xwarê, piştre ji aliyê polîsên ku hatin yurdê ve hat binçavkirin.
"Xwendekaran gotin ku ew di ewlehiyê de nîn in "
Xwendekarên jin ên ku bi dengê bilind, bertek nîşanî bûyerê dan, diyar kirin ku li yurdê her tim pirsgirêk hene. Hat hînbûn ku polîsan mudaxeleyî xwendekarên dirûşma "Em di ewlehiyê de nîn in" qîriyan kirine û gotine "Herin odeyên xwe, ji destên me tiştek nayê.” Tevî mudaxeleya polîsan û daxuyaniyan jî xwendekaran heta derengiya şevê li baxçeyê rewşê şermezar kirin. 
Di heman demê de hat diyarkirin ku şeva 1'ê Kanûnê jî xwendekara bi navê Şîfanur a li yurdê bû hewl daye întihar bike.